Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li dijî Kurdan êrişên nijadperestan: Êrişkar ji aliyê dewletê ve tên parastin

 

LI DIJÎ KURDAN ÊRIŞÊN NIJADPERESTAN
ÊRIŞKAR JI ALIYÊ DEWLETÊ VE TÊN PARASTIN

Li Tirkiyê ji ber polîtîkayên qirker ên rejîma AKP-MHP’ê li dijî Kurdan êrişên nijadperastan her ku diçe zêde dibin.

Di van demên dawî de li Sakarya, Îzmîr, Afyon, Ankara û Konyayê li dijî malbatên Kurd êrişên nijadperest pêk hatin.

Di 4’ê Îlonê de li bajarê Sakarya yê Tirkiyê nijadperestên Tirkan êriş birin ser karkerên Kurd.

Ji ber êrişa nijadperestan karkerên kurd neçar man ji bajêr derkevin.

12’ê Gulanê li gundê Çariklar ê navçeya Konya Meramê koma nijadperest ku ji 60 kesî pêk dihat, bi dirûşma “Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vêderê bijîn” êrişî malbata Dedeogûllari kir û 2 jê giran 4 kes birîndar bûn.

Kesên êriş pêk anîne ji aliyê dewleta tirk ve serbest hatin berdan.

Di 17’ê Hezîranê de tetîkêşê rejîma AKP-MHP yê bi navê Onûr Gencer avêt ser avahiya HPD’ê ya Îzmîrê.

Tetîkêşê faşîst di avahiyê de xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz qetil kir.

19’ê Tîrmehê li bajarokê Dereçîne yê navçeya Sûltandagi ya Afyonê komeke 20 kesî êrişî karkerên demsalî yên kurd kirin.

Di êrişa nijadperest de 7 kurd birîndar bûn.

Piştî êrişên faşîstan ên li Sakarya, Afyonê, Enqerê û li Konyayê vê carê li gundê Çariklar ê navçeya Konya Meramê nijadperestan êrişî malbata Dal kirin.

Di êrişê de Kurdê bi navê Hakîm Dal hate qetilkirin.

Roja 28’ê Tîrmehê li navçeya Elmadag nijadperestên Tirk êrişî malbateke Kurd kirin.

Ji ber êriş û gefên nijadperestan jina bi navê Z.D û 5 zarokên wê ji neçarî mala xwe barkirin.

Dijminahiya desthilata AKP-MHP’ê ya li Kurdan û polîtîkayên cihêkar li Konyayê rê li ber komkujiyê vekir.

Malbata Dedeogullari ku di 12’ê Gulanê de nîjatperestan êrişî wan kiribû, vê carê di 30’ê Tîrmehê de 7 endamên malbatê ji aliyê nîjadperestan ve hatin qetilkirin.

Piştî vê bûyera hovane, parêzerê malbatê Abdûrrahman Karabûlût da zanin ku her 7 ferdê malbatê ji serê xwe hatin lêdan û li ser laşê wan şopa 20 gulleyan heye.

Pîştî bihîstina bûyerê Meclîsa HDP’ê bi awayekî awartê li Stenbolê kombû.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar daxuyanî da û diyar kir, “Zimanê nefret û tehrîkê yê desthilatdariyê bersiyarê sereke yê vê komkujiyê ye.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv