Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li dijî hişmendiya mêr-dewletê sala 2021’ê ji bo jinan bû sala têkoşînê

 

25’Ê MIJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ŞÎDETA LI SER JINÊ
LI DIJÎ HIŞMENDIYA MÊR-DEWLETÊ SALA 2021’Ê JI BO JINAN BÛ SALA TÊKOŞÎNÊ

25’ê Mijdarê roja têkoşîn û piştevaniyê ya li dijî şîdeta li ser jinê ye.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li dijî jinan û civakê, saleke bi kuştin, taciz tecawiz û şîdetê tije bû.

Bi daneyên hatine eşkerekirin diyar dibe, ku her cûre êrişên li ser jinê, êrişên Îdeolojîk û Polîtîk in.

Li gorî daneyên sala 2021’ê 253 jin bi destê mêran hatin kuştin.

Li gel wê 33 zarok jî bi awayek hovane hatin qetilkirin.

Li Tirkiyê, ji ber polîtîkayên AKP-MHP’ê di nava salêkê de li dijî 32 zarokan êrişa zayendî pêk hat.

Li dijî van êrişan û şidetê, tevgera Jinên Azad TJA û meclîsa Jinan a HDP’ê jî di nava tevgerê de bûn.

Li dijî şidetê TJA’yê Îlona 2020’an, bi dirûşma ‘ Em xwe diparêzin’ dest bi pêngavekê kir.

Jinên ku dixwestin dawî li şîdet, tacîz û tecawîzê bînin li dora vê pêngavê kom bûn.

Dewleta Tirk bi polîtikayên taybet yên wek fuhûş û tiryakê êrişî gelê Kurd û civaka wê kir û bi taybet jin û ciwan kirin hedef.

Dîsa bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê xebatên li dijî tacîz, tecawiz, tiryak û fihûşê tax bi tax, kolan bi kolan dewam kirin.

Peymana Stenbolê 20’ê Adara 2021’ê ji aliyê şefê rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê Tayîp Erdogan ve hat betalkirin.

Li dijî betalkirina peymana Stenbolê jin ji bo mafê xwe bi dest bixin li her qadên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li ser piyan bûn.

Jinan bi têkoşîn û rexistinbûyina xwe bendên li peşiya xwe hilweşandin û bi yek dengî betalkirina Peymana Stenbolê red kirin.

Piştî betalkirina peymanê kuştina jinan û şideta li dijî wan zêde bû.

17’ê Hezîranê çeteyê AKP-MHP’ê Onur Gencer êrişî avahiya HDP’a Izmîrê kir.

Li vir jina Kurd Deniz Poyraz bi awayekî hovane hat qetilkirin.

Li gel wê 20’ê Cotmeha îsal, 30 sal cezayê girtîgehê, li berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hat birîn.

Û wek darbeyeke li dijî îradeya jinê ket qeydên dîrokê.

Sazî û rêxistinên jinan jî ev ceza weke tirsa ji têkoşîna azadiya jinan nirxandin.

Li zîndanan jî li dijî jinan şîdet û dest dirêjî di asta herî jor de bû.

Girtiya siyasî Garîbe Gezer 15’ê Adarê li zîndana Kandira hatibû êşkence û tecawizkirin.

Jinên ku hêza xwe ji Leyla Qasim û Sakîne Cansiz’an girtine, li hemberî vê êrişê dengê têkoşînê bilindtir kirin.

Têkoşîna Jinên Kurd ku li tevahiya cîhanê deng vedaye bi dîmenên 4’ê Mijdarê careke din sekna xwe ispat kir.

Endama Tuhay-Derê Edîbe Babûr li Wanê li dijî şîdeta polîsan sekneke bêhempa nîşan da.

Polîsên Tirk hewl dan serê jina Kurd bitewînin.

Edîbe Babûr bi îşareta serketinê û gotina “bila tevahiya cîhanê û her kes bibihîsin, Kurd serê xwe natewînin” bersiv da vê êrişê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv