Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Dijî Gerîla Êrişa Bi Çekên Kîmyewî

 

Yek ji rojevên sereke yê gelê kurd li dijî qadên gerîla bikaranîna çekên kîmyewî ye.

Gelê Kurd dibêje yê dibe sedem çekên kîmyewî werin bikaranîn ewe: saziya qedexekirina çekên kîmweyî bêdenge û karê xwe nake.

30 cotmehê wê gelê Kurd û dostên xwe li Frankurtê bêdengiya heyî protesto bikin.

LI DIJÎ GERÎLA ÊRIŞA BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ
DEWLETA TIRK BI KÊMANÎ 232 CARAN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ ÊRIŞ KIR

Ji 23’ê nîsanê ve di navbera gerîla u Artêşa dagirker de li başûrê kurdistanê şerek dijwar heye.

Bi taybet li herêmên Parastinê yên Medya gerîla li dijî artêşa dagirker çalakiyên bi bandor li dardixin.

Dewleta Tirk ji bo vê berxwedana gerîla bişkîne, serî li rêbazên qirêj dide.

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser bikaranîna çekên kîmweyî û dibêje:

Yek ji aliyên herî girîng ê êrişa dijmin ku 23’ê Nîsanê dest pê kir bikaranîna çekên kîmyewî ye.

Piştî hêzên gerîla her cûre êrişên artêşa Tirk ên ji bejahî û hewayî vê pûç kirin, artêş Tirk giranî da bikaranîna çekên kîmyewî.

Dewleta tirk ji bêdengiya raya giştî, dewletên navnetewî û saziyên pêwendîdar cesaret digire.

Bi qasî me tespît kir, di nava şeş mehan de 323 caran li dijî gerîla êrişên çekên kîmyewî pêk hatin.

Lê hejmara giştî ji vê yekê qat bi qat zêdetir e.

LI DIJÎ GERÎLA ÊRIŞA BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ
30 COTMEHÊ LI FRANKFURTÊ MÎTÎNG TÊ LI DARXISTIN

Bikaranîna çekên Kîmyewî û sucê şer ê dewleta Tirk di rojeva gelê Kurd û saziyên wê de ye.

Ji bo saziyên pêwendîdar bikevin nava tevgerê wê 30’ê cotmehê li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê mitîng were li darxistin.

Mitîng bi pêşengiya federasyona FDCK-Kawa saet di 15’an de li hafbanûfê tê li darxistin.

Endama meclisa gel a Darmştadê Murşîde Oltan bal kişand ser girîngiya mitîngê û vê bangê kir.

 

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv