Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

li Dijî Gerîla Çekên Kîmyewî

 

 

Endamê komîteya rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ji Medyanewsê re axivî.
Di beşa pêşî ya hevpeyvînê de Mûrat Karayilan bersiv da pirsên têkildarî êrişên dewleta Tirk li ser herêmên gerîla.
Mûrat Karayilan da zanîn, ku pîlana dewleta Tirk a 2021’ê bi êrişa li dijî Garê destpêkir û armanc tasfiyekirina gerîla bû.Û got:
Tevî bomberdimana rojane û êrişên giran, 23’yê Nîsanê li kuderê dest bi êrişê kiribin hê li wê derê ne.
Li ser bikaranîna çekên kîmyewî jî Mûrat Karayilan got, bila hêz û saziyên navneteweyî werin herêmên gerîla û lêkolînê bikin.

MÛRAT KARAYILAN JI MEDYANEWS’Ê RE AXIVÎ
“PÎLANA DEWLETA TIRK A 2021’Ê TASFIYEKIRINA GERÎLA BÛ”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî rewşa dawî ya şerê li Kurdistanê ji Medyanewsê re axivî.

Li ser pirsa têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker, ku 23’yê Nîsanê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatibûn destpêkirin ev bersiv da:

Di ser êrişan re bi qasî 6 meh derbas bûn.

Şerekî mezin qewimî û didome.

Dewleta Tirk 2021 ji bo xwe weke saleke taybet pîlan kir.

Hedefa pîlanê dagirkirina tevahî baregehên gerîla û tasfiyekirin bû.

Hêzên komploger çawa 1998’an li diî Rêberê me Abdullah Ocalan êrişek li dijî Sûrî dan destpêkirin, ji bo 2021’ê jî heman pîlan kirin.

Amerîka, Almanya û Ingilistanê destek dan vê pîlanê.

Hedefa wan Qendîl û Garê jî tê de dagirkirina tevahî herêmên gerîla bû.

Ji ava Xabûrê heta Şemzînanê bi dirêjahiya 100 kîlometroyî êrişî gerîla kirin.

Bê artêşa Tirk di roja pêşî û duyemîn de gihîştibe kuderê, hê jî li wê derê ye.

MÛRAT KARAYILAN JI MEDYANEWS’Ê RE AXIVÎ
“ROJANE BOMBERDIMANÊ DIKE Û DIXWAZE BI VÊ YEKÊ PÊŞBIKEVE Û DAGIR BIKE”

Mûrat Karayilan bomberdimana rojane ya li ser herêmê bi bîr xist û wiha got:

Dixwaze bi vê yekê bipêşkeve û dagir bike.

Dîsa jî heta niha ev yek bi ser nexistiye.

Ji ber ku gerîla xwe nû kiriye û bi pêş dikeve.

Gerîla hem erazî parast û hem jî şerê tunelan kir.

Dewleta Tirk ne li benda vê yekê bû û şaş ma.

Ji ber ku bi ser neket, dest bi veşartina vî şerê ji Tirkiyê û raya giştî ya cîhanê kir.

LI DIJÎ GERÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
MÛRAT KARAYILAN: BILA HÊZ Û SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ WERIN LÊKOLÎNÊ BIKIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê li ser pirsa bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla jî ev bersiv da:

Belge û dîmen hene, tê dîtin hem li nava tunelan û hem jî li derveyî wan.

Teqemeniyên gazê tên bikaranîn.

Hin bermahiyên van teqemeniyan jî hene û lêkolîna me li ser wan didome.

Dibe ku paşê ev bibin nîşaneyên berbiçav ên çekên kîmyewî.

Mûrat Karayilan têkildarî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî jî ev tespît kirin:

Ji ber ku dewleta Tirk endama NATO’yê ye, bêdeng in.

Beriya niha gotin, Sûrî li dijî hêzên çekdar ên li wê derê çeka kîmyewî bi kar tîne û dinya rabû ser piyan.

Sûrî hişyar kirin û mudaxale kirin.

Sebeba vê cotstandardiyê çi ye?

Divê li dijî dewleteke ku çekên kîmyewî li ser mirovan bi kar tîne nerazîbûn hebe.

Lê her sûc ji bo endamên NATO’yê rewa tê dîtin.

Hêz û saziyên navneteweyî dikarin werin herêman û lêkolînê bikin.

HPG’ê eşkere kir, ku li Girê Sor ê Avaşînê 6 hevrêyên me şehîd bûne.

Girê Sor kîlometroyekê dûrî sînor e.

Li wir tunelek heye û me hêzên xwe ji wir vekişandine.

Dewleta Tirk hê jî nikare bikeve wê tunelê.

Hê jî şopa gaza kîmyewî li wê tunelê heye û dewleta Tirk ji ber vê yekê nikare bikevê.

Her tişt li ber çav e û kesên belgeyên zelaltir dixwazin, divê mudaxale bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv