Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Dijî Gerîla Bikaranîna Çekên Kîmyewî

 

Parlementerê Îtalî Erasmo Palazzotto berî bi demekî êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk bir rojeva parlamentoya Îtalyayê. Di heqê mijarê de ji ajansa Hawarê re axivî û got:
“Divê hikumeta Îtalyayê pêşî li van êrişên dewleta Tirk bigire ku endameke NATO’yê ye.”

BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
PARLEMENTERÊ ÎTALÎ ERASMO PALAZZOTTO : DIVÊ SÛCÊN DEWLETA TIRK WERIN LÊKOLÎNKIRIN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsanê ve li dijî Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Artêşa Tirk li hember berxwedana gerîla ya di tunelên şer de nikare bi pêş ve biçe û bi çekên kîmyewî dixwaze berxwedanê bişikîne.

HPG’ê ragihandibû ku artêşa Tirk 323 êrişên bi çekên kîmyewî pêk anîne lê hejmara êrişan ji vê zêdetir e.

Parlamenterê Îtalî Erasmo Palazzotto li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Kurdan, pêşniyaznameyek pêşkêşî parlamena Îtalyayê kiribû.

Erasmo Palazzotto li ser bikaranîna gazên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve û sûcên şer ji ajansa Hawarê re axivî.

Palazzotto diyar kir ku ji bo pêşî li van sûcên dewleta tirk bigrin ketine nava hewldanan û got:

Ji bo ku hikûmeta me bersivê bide bikaranîna çekên kîmyewî bi destê dewleta Tirk li dijî Kurdan me ev mijar xist rojeva parlamenê.

Îtalyaya ku endameke NATO’yê ye, ji bo ku pêşî li bikaranîna çekên kîmyewî bi destê dewleta Tirk bigire

Zexta hêzên navnetewî dikare encaman li dijî dewleta Tirk bi xwe re bîne.

Bi ya min heke zext çêbin, dewleta Tirk dikare dev ji bikaranîna çekên kîmyewî berde.

Êrişa dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd tirsonekî ye.

Tirsonekî ye ku hêzeke endama NATO’yê li dijî vê têkoşîna demokrasiyê êrişeke leşkeri bike.

Em spasiyên xwe pêşkêşî Kurdan dikin ku çeteyên DAIŞ’ê têk birin û dersa demokrasiyê li herêmê da.

Palazzotto destnîşan kir ku wê her tim li gel têkoşîna mafdar a gelê kurd bin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv