Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Dijî Gerîla bi Karanîna Çekên Kîmyewî

 

 

Êdî bi delîl û nûmeyan îspat bû ku Dewleta tirk di şerê li hemberî gerilla de gazên kimyewî bikartniye.

Gelek gundî û welatiyên başûrê Kurdistanê jî ketine bin tesîra vê gazê.
Herkes dizane ev çekên qedexe ne. Lê hê jî tam nayê zanîn gelo Tirkiye ev gaz ji derve kirîne yan bi xwe hilberandine.

Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê li ser bandora gaz û çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk bi kar tîne, agahî da û bi taybetî saziyên navnteweî yên eleqeder vexwend qadê.

KOMÎTEYA TENDURISTIYÊ YA KCK’Ê:
EM JI TENDURISTIYA RÊBER APO BI FIKAR IN DIVÊ SAZIYÊN BERPIRSYAR BI ERKA XWE RABIN

Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî OPCW, Doktorên Sînornenas MSF, Neteweyên Yekbûyî, CPT, rêxistinên mafê mirovan û parêzvanên mafê mirovan kir.

Komîteyê, ji bo lêkolînkirina gazên bi jehr û çekên bi kîmyewî yên ji aliyê artêşa Tirk ve tên bikaranîn bang kir û ragihand ku ew amade ne ji bo vê lêkolînkirinê bi her awayî alîkariyê bikin.

KCK’ê destpêkê îşaret bi rewşa Rêber Apo kir ku 23 sal in li Îmraliyê di tecrîdê de ye:

Salên dûr û dirêj e ku em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin.

Li ser rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo em gelekî bi fikar in.

Divê saziyên peywendîdar bi erk û berpirsyariya xwe ranebûn.

KOMÎTEYA TENDURISTIYÊ YA KCK’Ê:
DEWLETA TIRK ÊDÎ NIKARE BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ VEŞÊRE
KCK’ê di heqî bikaranîna çekên qedexe de de jî destnîşan kir ku çekên kîmyewî û gazên bi jehr ên ku dewleta Tirk a qirker salên dawî li dijî gelê Kurd bi kar tîne, nayên dîtin û têne rewakirin.

Dewleta Tirk a qirker salên dirêj e li dijî gelê Kurd û gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî bi kar tîne.

Hêzên dagirker di şer de giranî dane ser bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jehr.

Beriya niha gelek caran bi belgeyan hate ispatkirin ku li Rojava çekên kîmyewî bi kar anîn.

Li Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşînê jî çekên kîmyewî û gazên bi jehr bi kar anî û ev yek hate ispatkirin.

Hêzên NATO û PDK jî nikarin veşêrin ku piştevanê herî mezin ê dewleta Tirk in.

BANDORA KÎMYASALA TÊ BIKARANÎN
KCK: ÇEKÊN KÎMYEWÎ YÊN TÊN BIKARANÎN ÇEKÊN KUJER IN Û BANDORA WAN BI SALAN DIDOME

KCK’ê diyar kir ku çekên kîmyewî û gazên bi jehr ên ku dewleta Tirk li dijî hêzên me yên gerîla bi kar tînin ew çekên kujer in.

Ev çek mirovan difetisînin, dişewitînin, bandora xwe ya rizandinê heye.

Li cihên ku têne bikaranîn zindî û hawirdorê tune dikin.

Li gel vê yekê tevlî hewa, ax, av û nebata li herêmê dibe.

Bi bandora xwe bi salan dewam dike, gefeke mezin li jiyan û tenduristiya xelkê herêmê dixwe.

Ev çek li dijî xelkê me yê sivîl ê li herêmê jî têne bikaranîn.

Mirovên ji bandora van çekan dixwazin biçin nexweşxaneyê ji aliyê PDK tên astengkirin.

Bi rengekî veşartî li nexweşxaneyên leşkerî têne tedawîkirin.

LI DIJÎ GERÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
KCK: BÊDENGÎ TÊ WATEYA HEVKARIYA BIKARANÎNÊ

Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê bang li saziyên berpirsyar kir ku li dijî bikaranîna van elan bikevin tevgerê:

Em bang li OPCW, NY, CPT û bi taybetî jî MSF’ê dikin.

Li pêşberî sûcên qirkirinê yên ku dewleta Tirk dike, hûn çima bêdeng dimînin?

Bêdengiya li pêşberî bikaranîna çekên kîmyewî tê wateya hevkarî û piştgiriyê.

Banga me li OPCW û MSF’ê ye; Tavilê bi rola xwe rabin-

Çekên kîmyewî û gazên bi jehr ên ku hêzên dagirker ên dewleta Tirk bi kar tînin lêkolîn bikin.

Em amade ne ku di vê mijarê de bi her awayî piştgiriyê bidin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv