Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Giştî

Li dijî dagirkeriya Tirkiyê li başûr kampaniya imzeyalan didome

Komîsyona Belgekirina Sucên Qirkirina Gelê Kurd ku ji kesên xwebexş, hiquqnas û çalakvanên Başûrê Kurdistanê pêk tê, li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk ên li Rojava, bi hevkariya Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyê kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin.

Komîsyonê, di 11’yê mijdarê de li avahiya Nunertiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ya li Silêmaniyê, li gel rêveberiya nûnertiyê civînek çapemeniyê lidar xistibû û têkildarî kampanyayê zanyarî dabûn.

Komîsyonê eşkere kiribû ku kampanyaya wan li Rojava hatiye destpêkirin û ewê li Başûr jî di vê çarçoveyê de îmzeyên penaberên Rojava kom bikin.

Di çarçoveya kampanyayê de endamên komîsyonê duh çûn serdana malbata zaroka bi navê Sara ya 8 salî ku di êrîşa dewleta Tirk a li ser bajarê Qamişlo yê Rojava de lingekî xwe winda kiribû. Îro jî endamên komîsyonê ji bo komkirina îmzeyan serdana Wargeha Barik ya pênaberan a li herêma Silêmaniyê  kirin.

Komîsyona Belgekirina Sucên Qirkirina Gelê Kurd li Rojava û Başûrê Kurdistanê îmze ji kesên bûne qûrbanê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê kom dikin. Piştî ku kampanya hat ragihandin, li Rojava îmze hatin komkirin û niha jî wargehên penaberan yên li Silêmanî, Dihok û Hewlêr berdewam dike.

Jina penaber ya bi navê Semîre Nebî ev 8 sale ji ber zilm û zordariya çeteyên DAIŞ penaberê wargeha Barik ya li Silêmaniyê bûye. Semîre îmzeya xwe avêt û got; “Me ziyanek mezin ji şer dît û hertim di nava şer de bûn. Niha jî ev nêzî 8 sale em li virin û hêviya vegera ser axa xwene. Ger dadgehek parastina mafê mirovan hebe, bila mafê me bidin.”

 

Têpayîn endamên lijneyê ji bo komkirina îmzeyan di rojên pêş de serdana wargehên Hewlêr û Dihokê jî bikin.

Komîsyona Belgekirina Sucên Qirkirina Gelê Kurd, di çarçoveya kampanyayê de dixwazin 100 hezar îmzeyên xelkê Rojava kombikin û dijî leşkerên Tirk weke belge bikarbînin û li dadgeha navnetewî doz vekin. Herwiha armancek din ya komîsyonê ewe ku dadgeha navnetewî tenzîmata madî û manevî ya qurbaniya bide.  Tê payîn piştî ku 100 hezar îmze hatin komkirin, pêşkêşî serokên hemû welatên cîhanê jî were kirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

7.00 Sterka Sibe 26.01.2022

Stêrk Tv

Rêber Apo: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne

Stêrk Tv

Li ser medyaya dîjîtal wê kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ dest pê bike

Stêrk Tv

لە هۆڵەندا ئاهەنگی کلتوری و هونەری کوردی ناونەتەوەیی بەڕێوەچوو

Stêrk Tv

18:45 Cenga Xabûr – Bager Başkale 22.09.2021

Stêrk Tv