Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li DEDAŞ’a Mêrdînê ekîbeke faturayên sexte heye

 

FATURE Û CEZAYÊN SEXTE YÊN DEDAŞ’Ê
LI DEDAŞ’A MÊRDÎNÊ EKÎBEKE FATURAYÊN SEXTE HEYE

DEDAŞ şîrketa belavkirina elektrîkê ya li bajarên Mêrdîn, Şirnex, Amed, Elih, Sêrt û Rihayê ye.

Ev şîrket ji sala 2013’an û vir ve, bi faturayên sexte û bi birrîna elektrîkê ya kêfî hertim di rojevê de ye.

Li gorî kêfa xwe faturayên zêde dibire, gel û cotkaran bi bikaranîna elektrîka qaçax sûcbar dike.

Bi bahaneya fatureyek nehatiye razandin, elektrîka tevahiya gund dibire, trafoyan radike, kablo û dîregên elektrîgê dibire.

DEDAŞ’ê bi heman bahaneyê li Mêrdînê jî, elektrîka nêzî 40 cotkaran qut kir û cezayên mezin li wan birî.

Cotkarekî li dijî vê gilî kir û derxist holê ku li DEDAŞ a Mêrdînê ekîbeke ji bo birîna fatureyên sexte hatiye avakirin.

Li ser giliya cotkarê A. D derbarê berpirsyarê beşa tespîtkirina ceyrana qaçax Sedat K de li Dadgeha Sulh a Mêrdînê doz vebû.

Li gorî îdîanameyê tevî ku cotkarekî fatura xwe razandiye, dîsa jî ceza li ser hesabê wî ranebûye. Li ser vê jî bi whatsapê ji rêveberên DEDAŞ’ê Sedat K re nivîsiye. Ev nivîs wekî belge di îdîanameyê de cih digirin.

Sedat K yê ji DEDAŞ’ê veqetiyaye di parastina xwe de îtîraf dike ku, li DEDAŞ’a Mêrdînê ekîbeke taybet a ji bo faturayên sexte heye.

Sedat K îdîa dike ku tiştên di peyama whatsapê de jî ji bo sextekariyê raxe ber çavan, nivîsîne.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv