Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Çorumê êrişa li ser karkerên Kurd

 

LI ÇORÛMÊ ÊRIŞA LI SER KARKERÊN KURD
“AXA BI BEREKET A KURDAN TÊRA KÊ NAKE, KURD ÇIMA HEWCEYÊ DERVE NE’

Sal 2021e, Kurdistana xwedî axa bi bereket hê jî dagirkirî ye, kurd hê jî weke karkerên demsalî ji xelkê re xulamiyê dikin.

Bi êrişên nijadperstî têne rencidekirin, bi rûmeta wan tê leyistin.

Tirkên Nijadperst li Çorûmê bi kêran êrîş birin ser karkerên demsalî yên ji Rihayê.

Ji xebatkaran, Hatîce û Kubra Alpa, Halep û Îsmaîl Çalişir û Alî Sarigul birîndar bûn.

Malbatên karker piştî vê êrişê neçar man gund biterikînin.

Lê ji bo vegerin Rihayê li bendê ne heqdestê wan were dayîn.

Bûyereke din a nijaperest li navçeya Efeler a Aydinê pêk hat.

Komeke nîjadperest a ji 100 kesî, wesayîteke ku tê de 3 kes hebûn sekinandin, dema firq kirin ku ew kurd in, heqaret û êşkence li wan kirin.

Kesên ku ji kuştinê filitîn ji aliyê Cendermeyan ve hatin binçavkirin.

Êrişeke din jî ya nijadperst li dijî hevserokê HDPê yê navçeya Doşemealtiyê ya Antalyê Mehmet Denîz pêk hat.

Komeke nijadperstên tirk li Antalyê di dest wan de çek, wesayîtan didin sekinandin û nasnameyan kontrol dikin.

Yek ji wesayîtên hat rawestan din a Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Mehmet Deniz bû.

Mehmet Denîz diyar kir derdora 20 kes di destê wan de çek, ew rawestandine û nasname jê xwestine.

Denîz da xuya kirin di dema munaqeşeyê de, kesek hat cem komê ji wan re got: “vî kesî berdin”. Ez wisa ji destê wan filitîm.

Mehmet Denîz bang li dê û bavên van ciwanan kir ku xwedî li zarokên xwe derkevin, bila rêya kurdan nebirin û zirar nedin mal û dikanên wan.

Ev jî hatin dîtin

Wê di salvegera şehadeta Arîn Mîrkan de mîhrîcana şanoyê bê lidarxistin

Stêrk Tv

Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî dest pê kir

Stêrk Tv

Şaredariya Dêrikê kolan û saziyên bajêr dezenfekte dike

Stêrk Tv

Şaredariya Dêrikê kolan û saziyên bajêr dezenfekte dike

Stêrk Tv

Projeya ava vexwarinê bi encam bû: Yekîneya avê ji bo navçeya Sirînê dînamoyê avê danî

Stêrk Tv

Avaşîn Hêlîn: ‘Star FM reng û dengê jinan e’

Stêrk Tv