ÊRÎŞA NIJDARPERESTAN LI DIJÎ KARKERÊN DEMSALÎ
LI CORÛMÊ BI KÊRAN ÊRÎŞ BIRIN SER KARKERÊN YÊN JI RIHAYÊ
Ev dîmenên li ser ekranên we ji gundê Tekke yê Corûmê hat…
Nijadperestên tirk doh di danê êvarê de êrîşî karkerên demsalî yê ji Rihayê hatibûn kirin..
Di encama vê êrîşa hovane de 5 karker birîndar bûn…
Karkerê demdalî Îbrahîm Çalişir têkildarî bûyerê ji ajansa Mezopotamyayê re axivî û got;
Bi hinceta ta ku we çopên xwe avêtine er dê, muxtar û kurên xwe û gundiyek di dest wan de kêr, êrîş me kirin..
Bi kulman li metkami Hatîce Alpa xistin..
Keçka metkamin Kubra Alpa ji stuyê xwe kêr xwar.
Îbrahîm Çalişir, diyar kir ku konên xwe rakirine çûne gundekî din.
LI ANTALYAYÊ NIJDARPERESTÊN TIRK RÊ DIGRIN
HEVSEROKÊ HDP’Ê MEHMET DENÎZLÎ JI ALIYÊ NIJADPERESTAN HAT SEKINANDIN
Nijadperestên tirk piştî şewatên daristanan yên li manavgatê li navendan û li gundan rêyan dibirin nasname kontrol dikin..
Hevserokê HDP’a Doşemealtiyê Mehmet Denîz, jî ji aliyê van koman wesayîta wî hat sekinandin.
Denîz diyar kir ku 20 kes ên temenê wan di navbera 16-45 salan de bi çek bûne.
Mehmer Denîz bang li dê û bavên van ciwanan kir ku xwedî li zarokên xwe derkevin.