Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li çiyayên Kurdistanê destan tên nivîsîn

 

Li dijî operasyonên dagikeriyê ya dewleta Tirk a ji 23’yê Nîsanê û vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê dabûn destpêkirin, gerîla bi du pêngavên şoreşgerî dîrokê ji nû ve dinivîsînin.

Medyayê dabûn destpêkirin, gerîla bi du pêngavên şoreşgerî dîrokê ji nû ve dinivîsînin.

Gerîlaya YJA Starê Evîndar Zagros, berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metîna vedibêje. Zagros got: “Herêmên Parastinê yên Medyayê wê ji bo dagirkeran bibe goristan.”

Zagros bal kişand ser amadekariyên berî êrîşên dagirkeriyê û got: “Berî ku operasyona destpê bike, em li devera Derarê ya Metîna bûn. Dijmin berî operasyonê bi helîkopterên êrişê yên Kobra qadê tim bombe dikir, em jî xwe amade kiribû. Amadekariyên me di asta jor de bûn. Hem di warê îdeolojîk û hem jî di warê leşkerî de amadekariyên me pir xurt bûn.”

Zagros wiha domand: “Şeva 23’yê Nîsanê bi Kobrayan bomberdûmanek xurt destpê kir. Em weke yekîneyên xweser me rola xwe lîst. Weke YJA Star me li dijî helîkopterên şer li ber xwe da û helîkopterên şer ên Tirk neçar man ku vekişin. Em hêzên YJA Star me rê neda ku dijmin li qadê bi cih bibin.

Gerîlaya YJA Starê Evîndar Zagros bal kişand ser berxwedana gerîla ya li Metîna û wiha pêde çû: “Berxwedana hevrêyên me yên li Metîn berxwedaneke bê emsal e. Berxwedana hevrêyên me ya li qadê ji çavkaniya xwe ji vîn, bawer, felsefe û îdeolojiyê digire. Ev yek hem me bi hêz dike, hem jî li ser lingan digire. Ne tenê li dijî artêşa duyemîn a NATO’yê şer dikin, bû sedem ku li ber berxwedana me her carê gavê bi şûn ve bavêjin, hê jî li ber vê rawestiyane.”

Zagros qala taktîkê demê yê gerîla jî kir û got: “Bi takîtîk û rêbazên nû ku xwe ji nû ve biafirîne, rê nadin ku dijmin li herêmên Parastinê yên Medyayê bi serketî bibin. Bi taktîkên me baweriya em ya têkbirina dijmin heye, dîsa girêdana îdeolojîk û fikrî heye. Şerê tûnelan ên em dikin, dijmin li ber vê gêj bûye.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv