Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Çewligê talana xwezayê didome

 

LI ÇEWLIGÊ TALANA XWEZAYÊ DIDOME
BÊYÎ LI BENDA RAPORA ÇED’Ê BISEKINE DEST BI KARÊ MADENÊ KIRIN

Şîrketa Madenvaniya Metal a Çewligê, li gundê Arik, Goma Zengê û Inaq ên navçeya Gêxî û li gundê Sîrnût ê navçeya Adakliyê cardin dest bi kar û barên madenê kir.

Şîrketê, ji bo li Geliyê Periyê madenan derxîne di sala 2017’an de rapora “pêdivî bi ÇED’ê tune ye’ wergirt.

Piştî vê Komeleya Gundê Arikê serî li Dadgeha Îdare ya 1’ê ya Erziromê da.

Dadgehê di sala 2019’an de biryar da ku xebatên madenê bên sekinandin.

Şîrketê jî di meha Îlona îsal de raporek ÇED’ê hazir kir û cardin dest bi xebatên madenê kir.

Şêniyên herêmê li dijî van xebatên madenê ne.

Şêniya gundê Arikê Gulşen Yarar, anî ziman ku li gund qada madenê naxwazin û got:

Her tiştê me li vira ye û em naxwazin xwezaya me bê talan kirin.

Em naxwazin av û xwezaya me biherime.

Şêniyê gundê Arikê Velîşan Kostek jî diyar kir, ku xebatên madenvaniyê wê zirarek neyînî li ser şêniyên herêmê bikin û got:

Wê xwezaya me bê texrîbkirin, dixwazin vê xwezaya bedew talan bikin.

Heya ji dest me bê, em ê nehêlin ku kes zirarê bide warê me.

Serokê Komeleya Parastina Hawirdorê ya Gundê Arikê Îbrahîm Kûdîş jî anî ziman ku qada madenê li jora gund e û got:

Ava vexwarinê ya gundan ji wir tê. Kana madenê li ser tenduristiya şêniyên heremê xeteriyê çêdike.

Kûdîş bal kişand ser bendav û HES’ên li herêmê hatine çêkirin jî û got:

Ji ber HES’a li herêmê çandinî nemaye. Ev jî tê wateya herêm bê mirov dimîne.

Lewma demildest divê ev maden bê girtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv