LI ÇEWLIGÊ ŞEWATA MEZIN
QADA KOYÊ SPÎ BI TEMAMÎ ŞEWITÎ
25’ê Hezîranê li herêma Suvêran a navçeya Çewligê Dara Hênê li devera çiyayî şewateke mezin dest pê kir.
Ev şewat di demeke kin de li gundên Gaz, Şêxismal û Xodanê belav bû.
Heta niha 20 şûnwar ji ber şewatê bi bandor bûne.
Ji ber ku bi derengî mudaxaleyî şewatê hat kirin, gundiyên li herêmê nerazîbûna xwe anîn ziman.
Gundiyan ragihandin, ku her sal li vê derê şewat derdikeve û ev dêr nêzî qereqola artêşa dewleta Tirk e.
Bi vê yekê piştrast dibe, ku artêşa Tirk agir bi herêmê xistiye.
Ji ber şewatê qada Koyê Spî bi temamî şewitî.
Her wiha ji kîso heta sîxur, ji kew, çêlkew heta kîvroşkan gelek heywan jî di şewatê de mirin.