“EM HDP’YÎ NE, LI HER DERÎ NE”
LI BURSAYÊ BI HEZARAN HESKIRIYÊN HDP’Ê DAKETIN QADAN
Ji bo xwedîlêderketina HDP’ê Kurdistanî û dostên xwe, hem li welat û li derveyî welêt li qadane.
Di çarçoveya kampanya “Em HDP’yî Ne, Li Her Derî Ne” li bajarê Tirkiyê Bursayê mîtîngeke girseyî hat lidar xistin…
Miting li navçeya Yildirim a Bûrsayê pêk hat.
Bi hezaran, hezkirî û alîgirên HDP’ê, ref bi ref berê xwe dan qada mitingê.
Giresyê bi yek dengî ev peyam da; Em ê destûr nedin HDP were girtin.
Hunermend Denîz Esmer derket ser dikê û coşa gel bilind kir.
Pişt re, Hevserokê HDPê Mithat Sancar derket ser dikê û peyamên girîng dan.
Mîthat Sancar got; tevî hemû êrişan jî meşa me ya demokrasiyê dewam dike.
Hevserokê HDP’ê bal kişan ser çalakiyên piştgiriyê ên 18’ê Îlonê li Ewrupayê û sipasiya gel kir.
Bi berdewamî Mithat Sancar got; Rojên ku em ê bi hevalên xwe yên li girtîgehan û yên li sirgûnê re, li azadiyê bicivin, nêzîk in.
Mithat Sancar HDP’ê wekî kilîda bingehîn a hêza çareseriyê û siyaseta welêt destnîşan kir û got:
HDP li ser bawerî û heqîqeta gelan hatiye damezrandin.
Em ji bo wekheviya hemû gelên li vî welatî û pêşerojek azad, ji bo hemû jin û ciwanan têdikoşin.