Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Botan û Mêrdînê talana xwezayê 31.03.2021

 

LI BOTAN Û MÊRDÎNÊ TALANA XWEZAYÊ
JI BER KANÊN KEVIR DARÊN 150 SALÎ YÊN LI GUNDÊ TEFFÊ TÊN BIRÎN

Dewleta Tirk li navçeya Stewrê ya Mêrdînê di 2 salên dawî de 7 kanên kevir û mermeran çêkir.

Li herêmê bi giştî 13 kanên kevir û mermeran hene.

Ji bo van kanan dar tên birîn. Ji van kanên kevir û mermeran berê 4 jê li gundê Teffê bûn, lê belê niha yeke din jî hatiye çêkirin.

Kana nû li mêrga gund hatiye çêkirin û ji ber vê gundî nikarin heywanên xwe jî biçêrînin.

Ji ber ku kana nû nêzî gund de, gundî ji ber toza wê îdare nakin. Gundiyan nerazîbûna xwe anî ziman.

Şêniyê gund anîn ziman ku dora gundê wan bi kanên keviran hatiye dorpêçkirin û qadên wan ên jiyanê hatine dagirkirin.

LI BOTAN Û MÊRDÎNÊ TALANA XWEZAYÊ
JIYANA LI GUNDÊ ÎNCELERÊ JI BER DERZA LI BENDAVÊ KETÎ DI XETERIYÊ DE YE

Navendeke din ya talanê jî herêma Botanê ye.

Dewleta Tirk a di salên 1990’î gundên Botanê şewitand û vala kirin dest bi çêkirina bendava kir.

Li herêmê bi dehan bendav hatine çêkirin û bi sedan gund bûne qûrbana ava bendavan.

Bendava ku di sala 2009’an de li ser Robarê Robizikê yê ji gundê Înceler û Bêjûhê heya Bajaroka Hîlalê diçe hat çêkirin, par temam bû.

Bi vê bendavê re gelek nebat û heywan jî hatibûn kuştin. Bendava navbirî niha jî gefê li jiyana mirovan dixwe. Derz li dîwarên wê ketine û av di van derzan re davêje.

Ji ber ava di pijiqe hîmê bendavê bi qasî 7 metreyan di bin avê de maye û ava kom bûye jî bi motoran tê kişandin.

Pispor, diyar dikin ku ji bo pêşî li ber vê ava ji dîwaran tê bê girtin, divê “Singên Fore yên Berwarî” yên betonî bên bikaranîn.
Tê gotin ku sedema ava ji bendavê dipijiqe sing in, ji lew re singên hatine bikaranîn nebaş in.

Her wiha derbarê Fîrmaya Pûsûla de ku navenda wê li Enqereyê û bendava navbirî çêkiriye, îdiayeke sosret tê bilêvkirin.

Li gor nûçeya ajansa Mezopotamyayê, piştî înşeata bendavê qediyaye rayedarên DSÎ’yê li bendavê hin lêkolîn kirine.

Di lêkolînê de derketiye holê ku ji şûna “betona av tê re nare”, betoneke erzan “betona asayî” hatiye bikaranîn.

Ji ber vê şandeya pejirandinê” ya DSÎ’yê nehiştiye bendav bê şixulandin û fîrmayê jî hewl daye derzên çêbûne
pîne bike.

Benda ku xweza talan kiriye niha gefê li jiyana 4 hezar mirovên li derdorê dijîn dixwe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv