ÊRIŞA FAŞÎSTÊN TIRK
LI BERLÎNÊ FAŞÎSTAN ÊRIŞÎ ROJNAMEVAN ERK ACARER KIRIN
Rojnamevan Erk Acarer diyar kir ku li Berlînê bi kêr û kulman êriş lê hatiye kirin.
Acarer got, “Li Berlînê li nava mala min bi kêr û kulman êrişî min kirin.”
Acarer got, “Rewşa min ne giran e, em diçin nexweşxaneyê. Ez zanim ku kiryar kî ne. Lê ez ê teslîmî faşîzmê nebim. Bila kes xeman nexwe, rojên wiha wê biqedin.”
Acarer ji ber nûçeyên xwe timî hedef dihate nîşandan.