Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Başûrê Kurdistanê tevgera dagirkeriyê: Ji sala 1980’î heya niha çi hat guhertin?

 

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ TEVGERA DAGIRKERIYÊ
JI SALA 1980’Î HEYA NIHA ÇI HAT GUHERTIN?

Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ji salên 1980’yî ve gav bi gav gihaştiye astek kûr û piralî.

Li gel ku di navbera PKK û PDK’ê de sala 1983’yan peyman-tifaqek hat çêkirin jî PDKê bi pratîkên xwe gelek caran ev peyman xerakirin.

Lê bi awayekî fermî PDK’ê heta Gulana 1987’an bi peymanê re ma.

Di Gulana 1987’an de serkirdeyên PDK’ê bi daxuyaniyekê çapemeniyê ragihand ew yekalî peymana bi PKK’ê re fehs dike.

Ji serkirdeyên PDK’ê Ahmet Barzanî di wê daxuyaniyê de wiha got:

“Em Tirkiyê wek dostê xwe dibînin. Pêwîstiya me bi Tirkiyê heye. Kesên dibêjin em PKK’yî ne, dijminê me ne.”

Ji wê demê heta niha siyaseta PDK’ê nehatiye guhertin.

Îro jî serokwezîrê herêmê Mesrûr Barzanî bi awayekî îndîrek heman gotinan dubare dike.

Piştî Gulana 1987’an tifaqa qirêj a bi dewleta tirk re bi navbeynkariya Brîtanyayê her ku çû kûrtir bû.

Di 5’ê Nîsana 1991’dan de li Başûrê Kurdistanê herêma ewlekariyê hat îlankirin.

Bi vê biryarê ve dixwestin PDK’ê û YNK’ê bikşînin ser xeta li dijî PKK’ê.

Di 6’ê Gulana sala 1992’yan de artêşa Tirk li dijî herêma Haftanîn ji bejayî ve dest bi tevgera dagirkeriyê kir.

Di 19’ê Gulana sala 1995’an de bi navê “Hareketa Çelîk” li Başûrê Kurdistanê li dijî PKK dest bi tevgereke nû kir.

Piştî wê bi du salan di encama peymana Dublînê ya bi Amerîka û Brîtanyayê re îmze kir 14’ê Gulana 1997’an bi 200 hezar eskerî ve li Başûr li dijî PKK’ê bi navê “Çekiç Harekatı” tevgereke din da despêkirin.

PDK jî bi awayekî aktîf tevlî vî şerê topyekûn bû.

Li ser vê di 16’ê Gulanê de li Hewlerê PDK’ê êriş bir ser gerîlayên PKK’ê yên birîndar.

Di encama vê êrişa PDK’ê de, rojnamevan û hunermend jî di navê de bi giştî 52 welatparêz katin qetilkirin.

Artêşa Tirk a ku vî şerî encam negirt vê carê bi hevkariya PDK’ê ji 25’ê îlonê heya 15’ê cotmeha 1997’an bi nave “Şafak Harakatı” dest bi tevgera duyemîn kir.

Di encama vê hevkariya di sala 1997’an de li gel PDKê kir, artêşa tirk bi tank û topên xwe ve bi awayekî herdemî xwe li Başûrê Kurdistanê bi cîh kir.

Dewleta tirk di gulana 1998’an de bi navê “Murat Operasyonu” li dijî Başûr dest bi tevgera dagirkeriyê kir. PDK’ê jî aktîf tevlî vê tevgerê bû.

Di 17 îlona 1998’an de, di pêşengiya Amarîkayê de PDK’ê û YNK’ê peymana Waşîntonê mohr kirin.

Bi vê peymanê ve li dijî Rêber Apo komploya navnetewî hat destpêkirin.

15’ê Sibata sala 1999’an Rêber APO dîl hat girtin.

Artêşa Tirk di Gulana sala 1999’an de vê carê bi navê “Sandeviç Harakatı” li Başûr li dijî PKK’ê dest bi tevgereke nû kir.

Ji sala 2000’î heya sala 2007’an PDK û artêşa tirk dem bi dem êriş birin ser qadên gerîla.

5’ê Mijdara 2007’an li Waşîntonê bi tevlîbûna Erdogan, Serokê Amerîkayê yê wê demê George Bush û bi hevkariya PDK’ê li dijî PKK peymaneke nû hat îmzekirin.

Di navbera 21-29’ê Sibata 2008’an de artêşa tirk bi navê “Güneş Harekatı” li dijî Zapê dest bi êrişeke nû kir.

Ev êriş bi binketina artêşa dewleta Tirk ve encam bû.

Piştî 13 salan ango 23’ê Nîsanê li dijî Metîna, Zap û Avaşînê dest bi tevgerek berfireh hate kirin.

Bi vê êrişkariya dagirkeriyê ve hevkariya dewleta tirk û PDKê careke din bi awayekî eşkere derdikeve holê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv