Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Başûrê Kurdistanê pîrozbahiyên bi coş ji bo rojbûna Rêber Apo pêk hatin 04.04.2021

 

4’Ê NÎSANÊ ROJBÛNA RÊBER APO
LI MEXMÛRÊ PÎROZBAHIYA BI COŞ

Ev der Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ye.

Li Wargehê her sal bi rasthatina Rojbûna Rêber Apo Mihrîcana Çand û Werzîşê tê lidarxistin û îsal cara 13’an pêk hat.

Di çarçoveya Mihrîcanê de bi şahiyeke girseyî 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin.

Ev pîrozbahiya bi coş li Navenda Çand û Hunerê pêk hat.

Di serî de cilûbergên gerîla, şêniyên wargehê îsal xwe bi cilûbergên her çar aliyên Kurdistanê xemilandibûn.

Pîrozbahiya bi sirûda neteweyî Ey Reqîb, ku ji aliyê zarokan ve hat xwendin, dest pê kir.

Ya herî zêde bal kişand ser xwe di pîrozbahiyê de ev zaroka dengxweş bû.

4’Ê NÎSANÊ ROJBÛNA RÊBER APO
LI BINARÊ QENDÎLÊ ŞITLÊN DARAN HATIN ÇANDIN

Devereke din a çalakiyeke cihêreng lê pêk hat Binarê Qendîlê bû.

Şêniyên herêmê li qada Kortekê ya herêmê gelek şitlên daran çandin.

4’Ê NÎSANÊ ROJBÛNA RÊBER APO
LI ÇIYAYÊ ŞENGALÊ PÎROZBAHIYA BI COŞ

Pîrozbahiyeke bi coş jî li Baxçeyê Serokatî yê çiyayê Şengalê pêk hat.

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî-TAJÊ ev pîrozbahî organîze kir û gelek Êzîdî beşdar bûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv