Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê mamosteyan xwepêşandan kirin

 

Ji ber binpêkirinên mafê mamosteyan, giraniya buhayê kel û pelan, meaşa kêm û yekdestkariya perwerdeyê mamosteyên hin bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi çalakiyan nerazîbûn nîşan dan.

Di rojên destpêkê yên vebûna dibistan û demsala xwendinê de doh li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mamosteyan bi armanca balê bikişînin ser binpêkirinên mafên mamosteyan, meaşa kêm û giranbûna buhaya kel û pelan çalakiyên nerazîbûnê nîşan dan.

Di hin çalakiyan de hilgirtina dowîzên ku li ser wan daxwaza serbest berdana mamosteyên hatine girtin hebû bal kişand. Her wiha daxwaza ‘Perwerdeye bêberamber mafê zarokan e’ û ‘ji perwerdeya siyasî re na!’ hat kirin.

Merîwan, Îlam, Sine, Tehran, Xorasan, Êsfehan, Lorêstan, Kohgîlûyê û Bûyêr Ehmed, Mazenderan, Yezd, Çarmehal û Bextiyarî, Kirmaşan, Seqiz û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê navê bajarên ku çalakî li wan hatibû lidarxistin.

Ev jî hatin dîtin

Beriya girtina deriyên Sêmalka û El Welîd PDK’ê kamp ji bo koçberan ava kir

Stêrk Tv

Parêzer Gîzem Mîran: ‘Tecrîd sûc e divê were bidawîkirin’

Stêrk Tv

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo meşa ciwanan wê 6’ê Sibatê destpê bike

Stêrk Tv

‘Em HDP’ê diparêzin’: Amed ji mîtînga mezin re amadekariyê dike

Stêrk Tv

Dûran Kalkan: ‘Desthilata faşîst a AKP/MHP’ê ji HDP’ê ditirse’

Stêrk Tv

Dûran Kalkan: ‘2021 bû sala têkçûna faşîzmê wê sala 2022 jî bibe sala hilweşandina wê’

Stêrk Tv