Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li bajarê Fransa Lyonê navê Hevrîn Xelef li qadekê kirin

 

“SIYASETVANA KURD”
LI BAJARÊ FRANSA LYONÊ NAVÊ HEVRÎN XELEF LI QADEKÊ KIRIN

Navê hevseroka Partiya Paşerojê a şehîd Hevrîn Xelef li bajarê Fransa Lîonê li qadekê hate kirin.

Li taxa Gîlotîexe herêma 7’an a Lîonê navê Hevrîn Xelef li qadekî pirçandî hate kirin.

Û li ser tabelayê jî hate nivîsandin “Jina Siyasetvan û Femînîsta Kurd, Hevrîn Xelef”.

Ev biryar jî ji aliyê meclîsa şaredariya 7’an a bajarê Fransa Lyonê ve hatibû girtin.

Doh bi boneya navlêkirina qadê merasîm pêk hat.

Şaredar, endamên meclîsê, senator, siyasetvan û nunerên saziyên sivîl amadebûn.

ŞAREDARA HERÊMA 7’AN A LYONÊ FANNIY DUBOT:
HEVRÎN JI BO SÛRIYEKE DEMOKRATÎK Û AZAD XEBAT MEŞAND

Pêşî şaredara herêma 7 an a bajarê Lyonê Fanny Dubot axivî û bal kişand ser kesayeta Hevrîn Xelef û got:

Hevrîn Xelef jineke têkoşer, bi cesaret bû. Femînîst û siyasetvaneke Kurd bû. Ji bo azadiya jinan û beşdariya wan a siyasetê û wekheviya wan xebat meşand. Ji bo jiyana bi hev re ya wekhev a Kurd, Ereb, Tirkmen, Aşurî û gelek ên din têkoşiya. Di heman demê de ji bo Sûriyeke demokratîk û azad a ne navendî xebat meşand.

Fanny Dubot ji ber qadeke pirçandiye, navê Hevrîn Xelef lêkirine û axaftina xwe wiha domand:

‘Ji ber xebat û têkoşîna siyasî bû hedef. Di 35 saliya xwe de ji aliyê terorîstên îslamîstan bi êşkenceyê hate kuştin. Em wê bi bîr tînin. Di heman demê de navê wê didin vê qadê. Ji ber ku ev qad, wekî navend û dilê Lyon ê pirçandî ye.’

ALÎKARA ŞAREDAR SONIA ZDOROVTZOFF:
HEVRÎN XELEF JINEKE TÊKOŞER Û PÊŞENG BÛ

Alîkara şaredar a beşa Têkiliyên Gel, hevkarî û piştgiriyê Sonia Zdorovtzoff jî axivî û wiha got:

Em spasiyê sekina Danîel Mîtarand û Komeleya Kurd a Lyonê dikin. Me dixwest navê têkoşereke aştiyê li qadeke bajarê aştîxwaz Lyonê bidin. Ev kes jî Hevrîn Xelef e.

Hevrîn Xelef jineke têkoşîner û pêşeng bû. Bi awayekî hovane hate kuştin.

Ew jineke ciwan a Kurd bû. Siyasetvaneke ciwan û jîr bû. Muhendîsek bû. Siyasetvanek û dîplomatek bû. Wekî ku birêz şaredar jî gotibû, daxwaza wê avakirina welatekî demokratîk bû. Armanca wê avakirina welatekî demokratîk ê ji bo Kurdan, Ereb, Xirîstiyan, Misilman, Êzidiyan bû.

Bi dayina navê wê yê li vê qadê, piştgiriya ji bo têkoşîn û armanca wê ye. Spas ji bo beşdariya we…

Li avahiya şaredariya Lyonê jî pêşengeha derbarê jiyan û têkoşina Hevrîn Xelef de hate pêşandan.

Pêşengeh wê heta meha mijdarê vekirî be.

Sekretera gişti ya Partiya Pêşerojê Hevrîn Xelef 12’ê mijdara 2019’an ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat qetil kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv