Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Avaşînê şopên ji reva eskerên dewleta Tirk

 

8-16’Ê HEZÎRANÊ LI PEY XWE HER TIŞT HIŞTIN Û REVIYAN
LI AVAŞÎNÊ ŞOPÊN JI REVA ESKERÊN DEWLETA TIRK

23’yê Nîsana 2021’ê.

Dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê dest bi êrişeke berfireh kir.

Di vê êrişê de dagirkirina Zap, Metîna û Avaşînê da ber xwe.

Hêzên HPG û YJA-Starê jî li gelek qadên van herêman dest bi berxwedaneke mezin kirin.

Destpêka meha Hezîranê di encama vê berxwedanê de artêşa Tirk ji 3 deverên Avaşînê vekişiya.

Piştî ku PDK 5ê Hezîranê ji milê Metîna ve li dijî gerîlayan dest bi tevgereke nû kir, artêşa Tirk jî berê xwe da qada Werxelê.

Ji 8 heta 16’ê Hezîranê şerekî dijwar li vê qadê qewimî.

Artêşa dagirker ji ber ku derbên giran xwarin, ji vê qadê reviya û li pey xwe gelek alav û kelûpelên leşkerî hiştin.

Hêzên HPG û YJA-Starê dest danîn ser wan û gerîlayekî jî bi qeydkirina dîmenekî ev reva eskerên dewleta Tirk belge kir.

Zibilê hazir ji bo teqemeniyan, dedoktorê lêgerîna mayînan ê malê Alman, adaptorên şarjê û gelek kelûpelên din di dîmen de xuya dikin.

Wekî din.

Ma ji xeynî van ji ber tirsa ji gerîla çi li pey xwe nehêlan e.

Hêzên gerîla beriya niha jî dîsa li Werxelê û Girê Sor ev teqemeniyên bi cûreya amonyum nîtrat bi dest xistibûn.

Xuyaye kelûpelên hatine desteserkirin, ên yekîneyeke bijartî ya artêşa Tirk in.

Ew yekîneyên ku dewleta Tirk timî pesnê wan dide.

Ne tenê ev, gelek tiştên din jî hene ku gerîlayan dest danîne ser wan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv