Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Avaşînê çalakiya gerîla: Gerîlayên YJA-STAR’ê bi ser çeperên dagirkeran de girtin.

 

 

LI AVAŞÎNÊ ÇALAKIYA GERÎLA
GERÎLAYÊN YJA STARÊ BI SER ÇEPERÊN DAGIRKERAN DE GIRTIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê şerê li dijî dagirkeriy daxuyanî da.

HPG’ê destnîşan kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de

13’ê nîsanê gerîlayên YJA Starê li avaşînê çalakî li dar xistine û ev agahî dan:

Hêzên me yên YJA Starê dagirkerên li Girê Şehîd Dilgêş xistin bin kontrola xwe û bi çekên giran lê dan.

Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li du çeperên li ser gir hate xistin, 3 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û sîstemeke kamera mobesse hatin îmhakirin.

HPG’ê di heman daxuyaniyê de der barê êrişên dagirkeriya tirk jî cih da van agahiyan:

13 û 14’ê Nîsanê qadên Girê Cûdî û Girê FM ên herêma Zapê bi balafirên şer û ji aliyê qereqolên li ser sînor bi obusan hatin bombekirin.

14’ê Nîsanê li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Werxelê û Şehîtlîkê geriyan.

Heman rojê qada Werxelê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan û 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

14’ê Nîsanê li herêma Zapê qadên Karker, Cehennem, Şikefta Birîndaran, Kurojahro, Şehîd Şahîn û Şehîd Rustem 23 caran, qada Kunîşka ya herêma Zapê jî 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv