LI ALMANYÊ DOZA DERBARÊ KURDISTANIYAN DE
PARÊZER: TEKILIYÊN SIYASÎ YÊN ALMANYA Û TIRKIYÊ BANDOR LI DADGEHÊ DIKE
Di rûniştina doh ya li bajarê Stutgartê de, Veysel S. Özkan T. Agit K. Cihan A. Evrim A û parêzerên wan amade bûn.
Ji parêzeran Fransizka Nedelmann di parastinê de bal kişand ser wê yekê ku muvekila wê Evrîm A. li ser îfadeyê derew yê îtirafkaran, bê delîl û îspat hatiye girtin û xwest ku muvekila wê werin berdan.
Parêzer Fatma Sayın jî di dozê de bal kişand ser rewşa siyasî ya li Kurdistanê û got Almanya jî di nav de, kurdên li herderê cîhanê, mafê wan heye ji bo azadiya xwe xebat bikin.
Sayın sîstema hin qanûnên dadgeriya alman rexnekir û got qanûna 129an di şûna parastina mafê jiyanke ebaş ya mirovan de, berjewendiyên aborî û siyasî yê dewleta alman diparêze.
Parêzerê Özkan T. Antonia Von Der Behrens jî dadgeha Alman bi alîgiriya siyasî sûçbar kir û got:
“Ev dozeke hêsan e, bi ti awayî ceza heq nake. Lê ji ber berjwendiyên hevbeş yên Tirk û dewleta Alman, ev doz tê dirêj kirin. Lewma ev dozeke siyasî ye. Dozger bê ku delîl peyda bikin tenê li ser îfadeyê îtirafkaran ceza dixwaze.”
Ji girtiyan Veysel S weke axaftina dawî got ewê di her şert û mercî de di xizmeta gelê xwe de bin.
Heyeta dadgehê ji bo eşkerekirina biryara xwe doztaloqî 30ê nîsanê kir.