ESKERÊN TIRK DÎSA BI HOVÎTÎ Û TECAWIZKARIYA XWE RABÛN
ÊŞKENCE LI DU CIWANAN KIRIN, TECAWIZÎ ZAROK Û JINEKÊ KIRIN
7’ê Tebaxê bi şev 2 komên tê de 28 kes hebûn, xwestin ji Rojava derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.
Piraniya van kesan ji Qamişlo bûn.
Hewl dan sînorê dewleta Tirk derbas bikin.
Eskerên Tirk kesên bi navê Ê.Ê ê 34 salî û N.H ê 14 salî girtin.
Her du ciwan têkildarî bûyerê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivîn.
Diyar kirin, ku eskerên Tirk ew ji ser dîwarê sînor avêtine xwarê.
Êşkenceke giran li wan hatiye kirin.
Ji serî, sing û destên xwe birîndar bûn.
Jixwe hûn jî ji şopên li ser laşê her du ciwanan jî dibînin, ka êşkenceyeke çawa li hatiye kirin.
Her du ciwanan diyar kirin, ku ji bo kuştinê li wan dane.
Û ev agahiya girîng têkildarî hovîtiya eskerên Tirk dan:
Eskerên Tirk tecawizî zarokeke 11 salî û jineke 25 salî kirin.