Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Leşkerê ku ji artêşa Tirk reviya kî ye û rastiya bûyerê çî ye?

 

ARTÊŞA TIRK ESKERÊ XWE KUŞT
ANF’Ê NASNAME, KELÛPELÊN LEŞKERÎ Û AMÛRÊN ŞEXSÎ YÊN SEZAÎ GUNGOR WEŞANDIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê 15’ê Îlonê bi daxuyaniyekê ev agahî dabû:

10’ê Îlonê li qada Şamkê ya Zapê eskerekî artêşa Tirk xwest xwe teslîmî gerîla bike.

Yekîneya vî eskerî bi gullebaranê, artêşa Tirk jî bi topbaranê êrişî wî kirin.

Ji hêzên gerîla ku xwestin vî eskerî biparêzin, gerîlayek birîndar bû.

Gerîla dema xwestin eskerê ji ber êrişê derbxwarî rizgar bikin, dîtin ku miriye.

Eskerê artêşa Tirk kuştî, Sezaî Gungor e.

Piştî vê agahiyê herî dawî jî ANF’ê dîmenê nasname, kelûpelên leşkerî û amûrên şexsî yên Sezaî Gungor weşandin.

Eskerê xwest firar bike, teslîmî gerîla bibe û ji aliyê artêşa Tirk ve hatî kuştin, ji navçeya Wanê Payîzava ye û Kurd e.

Gerîlayan nasnameya Sezaî Gungor, nasnameya wî ya di nava artêşê de, telefona wî ya destan jî di navê de gelek kelûpel bi dest xistin.

Têkildarî kuştina Sezaî Gungor heta niha ji dewleta TIrk û rayedarên wê ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Dîsa çapemeniya şerê taybet a Tirk jî di vî warî de hê jî bêdeng e.

Li gorî agahiyên gerîlayan bi dest xistine, Sezaî Gungor Kurd e, navê dayîka wî Nurten û ê bavê wî jî Siddik e.

Ji navçeya Wanê Payîzava ye û li navçeya Sakarya Karasu dimîne.

Her wiha ji dokumentên li ser vî eskerî hatine bidestxistin jî diyar dibe, ku ji 2015’an ve eskerê bi pere ye, an go bi peyman e.

Di asta çawiştiyê de di nava artêşa Tirk de cih digire.

Di dawiya nûçeya ANF’ê de jî ev şîrove tê kirin:

Kuştina Sezaî Gungor vê rastiyê radixe berçavan;

Kurdek her çiqasî ji dijminê xwe re eskeriyê bike jî ji aliyê wî dijminî ve nayê efûkirin.

Heke rojek tenê jî ew esker li ber fermanan rabe, tê kuştin.

Qetilkirina Sezaî Gungor aqûbeta ku wê were serê tevahiya Kurdên hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin nîşan dide.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv