Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Lehenga dilê gerîla li Heftanînê Songul Ararat(Ararat Malazgirt)

 

SONGÛL POLAT-ARARAT MALAZGÎRT
LÊHENGA DILÊ GERÎLA Û ŞERVANA HEFTANÎNÊ..

Gerîla Songûl Polat bi nasnv Ararat Malazgîrt

Ew li gelek qadên gerîla ma û li dagirkeran rast hat.

Ararat Malazgîrt a berê xwe dabû rawestgeha destpêkê ya ebediyetê Heftanîn e bi berxwedana xwe

Ararat Malazgîrt a heya dawiyê li dijî dewleta Tirk şer kir di 25’ê Hezîranê de li qada Şeşdarayê tevî heverêyên xwe Esmer û Bêrîvan beşdarî nav karwanên nemîran bû..

Bi keziyên xwe yên hûnandî, bi dengê xwe yê bedew;

Gerîlaya Serhedî Songûl Polat bi nasnav Ararat Malazgirt..

Ew bû lehenga di dilê gerîla û şervana li Heftanîne.

Ararat xwe bi heft rengan xemiland…

Bi sorbûna payîzê, bi keskahiya biharê, bi spîbûna zivistanê û bi rengê zer ê havînê.

Bi şer, bi nîşandana hêrsa xwe, bi parastina hezkirinê, bi bicihanîna qanûnên adîl û şerê bi exlaq berê xwe da Heftanîne..

Ew û rêhevalên wê Esmer û Bêrivan bi berxwedana xwe bûn tirsa di dilê dijmin de.

Dema ku li dijî dijmin şer dikirin, ti carî ji baweriya xwe tawîz nedidan.

Her çiqas zanîbûn jî ku rojekê wê gora wan jî nebe, bê tirs bi ser dijmîn de meşiyan û bersiva herî xûrt dan.

Fedayîtî, lehengî, îrade, daxwaz, rûmet û bilindahiya herî mezin şehadet.

Gerîla Ararat bi berxwedana xwe ya ebediyetê jî dagirker poşman kir.

Pêşî li dijmin digirt…

Gelo ev ne lehengî be hingî çi ye?

Berxwedana gerîlayên YJA-STAR’ê li Heftanînê mîna kevirekî li ser dilê dagirkeran rûnişt..

Di 25’ê Hezîranê de li qada Şeşdarayê Gerîla Songûl Polat bi nasnav Ararat Malazgirt li dijî dijmîn sîng bi sîng şer kir,

Û tevî heverêyên xwe Esmer û Bêrîvan li rawestgeha destpêkê ya ebediyetê Heftanîn ê beşdarî nav karwanên nemîran bû..

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv