KURDISTANÊ DIŞEWITÎNIN
LI ÇIYAYÊ CÛDÎ AGIR BI DEVERA ZÊRÎ KERR KET
Li Çiyayê Cûdî yê ku dikeve herêma Zêrî Kerr ya Şirnexê, serê vê sibehê şewat derket û li derûdorê belav dibe.
Beriya niha bi du rojan jî li herêma Girêhirmo şewat derketibû û bi xwe vemiribû.
Şewata di 15’ê tebaxê de li Çiyayê Goman ê gundê Nêrkolê yê bi ser navça Colemêrg Şemzînanê derketibû, piştî 4 rojan bi xwe vemirî.
Di şewatê de bi hezaran dar şewitîn.
Gundiyên li herêmê diyar kirin ku ji aliyê rayedaran ve xebatên cemidandinê nehatine kirin û bi fikar in ku careke din şewat dest pê bike.
Şewata li çiya û baniyên navça Dersim Xozatê 18’ê tebaxê eskerên dagirker derxistin, dewam dike.
Esker nahêlin kes şewatê vemirine.
Baroya Dersimê ji ber ku mudaxaleyê şewatê nayê kirin, li dozgeriyê giliyê saziyên dewletê kir.