“LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ SERÎ HILDE”
KURDÊN LI YÛNANISTANÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK MEŞIYAN
Kurdên li bajarê Yunanistanê Lavrîoyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker meşek lidar xistin.
Bi sedan kes beşdarî meşê bûn..
Di axaftinan de têkçûna dewleta Tirk a li Garê hat bi bîrxistin.
Û bang li gelê Kurd hat kirin ku xwedî li têkoşîna gerîla derkeve.
Saziyên Kurd ên li Rûsyayê jî daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî û raya giştî li hemberî êrişan hate şermezarkirin.