Di şahiyê de bernameyeke xurt a çand û hunerê jî heye. Yelda Ebbasî, Çoman Reşîd, Hozan Canê, Şivan Perwer, Hozan Diyar û Nanobeat tevlî şahiyê bûn û gelek peyam hatin şandin.

Di şahiyê de Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs diyar kir ku çar dewletên dagirker di serî de li ser esasê konsepta navneteweyî li dijî gelê Kurd şerek tê meşandin û got “Li hemberî gelê Kurd çekên kîmyewî tê bikaranîn. Dijmin li her çar parçeyên Kurdistanê çi bike jî divê em bi îradeya berxwedêr li hemberî dijmin li ber xwe bidin.”

Serokê Yekîtiya Parastina Heq û Azadiyan (AIDL) Dr. Muhammed El Şamî jî got “Têkoşîna gelê Kurd ji bo hemû gelan e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alaya azadiyê bilind kiriye, em jî kêfxweş in ku îro li vir in. Em ê jî têkoşîna xwe bi we re bidomînin. Em sozê didin we em ê peyama we bigihînin ji saziyên navneteweyî û gelê Ereb re. Em tevî têkoşîna gelê Filîstinê, têkoşîna gelê Kurd jî bidin naskirin.