Li Wanê di protestokirina darbeya 4’ê Mijdarê de dîmenek zêde derket pêş.
Ew jî helwest û sekna jina Kurd a li dijî faşîzm û dagirkeriyê bû.
Di dîmen de polîsên dewleta Tirk jinekê bi êşkencekirinê dikin binçavan û ew jî wê kêliyê dibêje;
“Bila her kes û dinya bibîne, Kurd serê xwe natewînin”
Ew Endama Tuhay-Dera Wanê û rêveberiya berê ya HDP’ê Edîbe Babûr bû.
Edîbe dibêje, ev helwest ne tenê ya min e, helwesta Kurdên bi rûmet hemûyan e.
“KURD SERÊ XWE NATEWÎNIN”
HELWESTA BI DENGÊ JINA KURD LI WANÊ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ HATÎ NÎŞANDAN
Li Wanê rêxistina HDP’ê doh xwest, darbeya 4’ê Mijdara 2016’an protesto bike.
Polîsên dagirkeriya Tirk êrişî girseya gel kirin û gelek kes kirin binçavan.
Yek ji wan jî jineke Kurd bû.
Li ser vê helwestê, polîsên dagirker hewl didin bi zorê serê jina Kurd bitewînin û ew jî serê xwe bilind dike.
“KURD SERÊ XWE NATEWÎNIN”
EDÎBE BABÛR: EW HELWESTA KURDÊN BI RÛMET HEMÛYAN E
Ev jin Edîbe Babûr a Endama Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re Tuhay-Derê ye.
Edîbe piştî ku hat berdan têkildarî vê helwest û sekna xwe ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
Dibêje, min ev sekna xwe ji dayîka xwe girtiye.
Edîbe Babûr dibêje, divê her jina Kurd di nava vê têkoşînê de cihê xwe bigire.
Û bi taybetî vê bangê li dayîkên Kurd dike:
Endama Tuhay-Derê têkildarî helwesta xwe ya serhildêr a li dijî faşîzmê û dagirkeriyê jî dibêje, ew helwesta tevahiya Kurdên bi rûmet e.