Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kujerên Hevrîn Xelef hê jî nehatine cezakirin

 

2. SALVEGERA QETILKIRINA HEVRÎN XELEF
KUJERÊN HEVRÎN XELEF HÊ JÎ NEHATINE CEZAKIRIN

Sekretera Partiya Sûriya ya Pêşerojê Hevrîn Xelef di 12’ê Cotmeha sala 2019’an de tevî alîkar û ajokarê xwe ji aliyê koma çeteyên dewleta Tirk a bi navê Ehrar El-Şerqiyê bi êşkecê hatin qetil kirin.

Bûyer li ser rêya M4 a dinavbera bajarê Qamişlo û Reqayê de pêk hat.

Cihê ku Hevrîn lê hat qetil kirin, nêzî nuqteyên Amerîkayê bû.

Çeteyên koma Ehrar El-Şerqiyê ku Hevrîn Xelef qetil kir pişt re jî dîmenên hovîtiya ku kirine li ser medya dijîtal parve kirin.

Ne kujerên Hevrîn Xelef ne jî yên zarok, kal û pîrên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê hatin ceza kirin.

Ceteyên ku Hevrîn kuştin netê bi xisteya lîsteyan cezayan hatin ceza kirin.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di 28’ê Tîrmeha sala 2021’ê de bi daxuyaniyekî ragihad ku wan serokçeteyê Ehrar El-Şerqiyê yê bi navê Hatim Ebû Şeqra ku berpirsê qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef e xist lîsteya cezayan.

Ew yek jî di çarçoveya tedbîrên girêdayî têkoşîna li dijî terorê de pêk hat.

Bê goman ev çete niha jî pêkanînên xwe li herêmên Rojavayê Kurdistanê yên hatine dagirkirin dewam dikin.

Hevrîn Xelef yek ji pêşengên jinên Kurd bû lewma hat armac kirin.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, Hevrîn Xelef beşdarî nava kar û xebata şoreşê bû û ji ciwanan re pêşengî kir.

Paşê jî Hevrîn Xelef li nava saziyên civakî dest bi xebatan kir û bû rêvebera meclîsa aboriyê ya bajarê Qamişlo.

Bi avabûna rêveberiyên xweser ên herêman re, Hevrîn bû cîgira desteya enerjiyê ya kanyona Cizîrê û di sala 2015’an de jî bû hevseroka desteya aborî ya Cizîrê.

Hevrîn Xelef, di sala 2018’an de ji xebatên civakî, derbasî xebatên siyasî bû û di damezrandina partiya Sûriya pêşerojê cih girt.

Hevrîn di kongreya damezrîner a partiya Sûriya pêşerojê de ango roja 27’ê Adara 2018’an weke sekretera giştî ya partiyê hat hilbijartin.

Yek ji pêşenga jinên Kurd Hevrîn Xelef bê ku bigihêje xeyalên xwe di sala 12’ê Cotmeha sala 2019’a de bi awayek hovane hat qetil kirin.

Lê dayika Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa û jinên Kurd ji bo hesab ji kujeran bipirsin li her cihî têkoşîna hiqûqê didin meşanin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv