Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kujerê ciwanê Kurd Medenî Yildirim leşkerê Tirk Adem Çiftçî cara duyem berat kir!

 

DOZA CIWANÊ KURD MEDENÎ YILDIRIM
KUJER LEŞKERÊ TIRK ADEM ÇIFTÇÎ CARA DUYEM BERAT KIR!

Medenî Yildirim 28’ê Hezîrana 2013’an dema çêkirina qeleqolê protesto dikir, bi guleyê leşkerên dewleta Tirk a dagirker hate kuştin.

Derbarê leşkerê Tirk Adem Çîftçî de bi hinceta ‘bi qestî mirov kuştiye’ doz hatibû vekirin.

Bi dîmenan jî ispat bû ku leşkerê Tirk Adem Çîftçî rasterast ciwanê Kurd Medenî Yildirim dikir hedef..

Îro li Amedê rûniştina dozê li dadgeha cezayê giran a 7’emîn hat dîtin, kujer tevli rûnştinê nebû.

Heyeta dadgehê cara duduyan biryara beraata Adem Çîftçî da û careke din dijminahiya xwe nîşan da.

Beriya niha jî ji bo kujer Çîftçî 18 salan cezayê girtîgehê hatibû xwestin, lê biryara beraata wî hatibû dayîn.

Di sala 2018’an de biryara beraatê di lêkolîna dadgeha Îsnîtafê de hatibû betalkirin.

Û doz dîsa li Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Amedê hatibû vekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv