Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Krîza Aborî ya ji Ber Siyaseta Şer û Talanê

Li Tirkiyê krîza aborî kûr dibe. Di serî de Nan, av, elektrîk, gaz û benzin, pêwistiya bingehîn biha dibe.

Wê bi hezaran kes sibe li Amed û Îzmîrê û roja yekşemê jî li Stenbol û Enqere mîtîngên “em nikarin debara xwe bidkin” pêk bînin.

Herkes dizane ku sedemê bingehîn yê vê kirî şerê dewleta tirk yê li hemberî kurdan e.

Edî îsapat bû ku Tirkiye heta ku bi kurdan li hev neke û çarenûsa wan teslîmê wan neke nikare îflah be.

KRÎZA ABORÎ YA JI BER SIYASETA ŞER Û TALANÊ
DOLAR BILIND DIBE, XIZANÎ ZÊDE DIBE Û HÊZA KIRÎNÊ KÊM DIBE

Siyaseta şer a şefê faşîst ê Tirk Erdogan ango faşîzma AKP-MHP’ê, krîza aborî kûr dike.

Xizanî zêde dibe û hêza kirînê kêm dibe.

Nirxê dolar û euroyê beramberî lîraya Tirk zêde dibe.

Di nava hefteyeke dawî de, nirxê lîrayê beramberî dolarê zêdetirî ji sedî 20 kêm bû.

Piştî bihayê dolarê gihişt nêzî 17 lîrayê, bankaya navendî ya Tirk cara 5’mîn dovîz xist piyasayê û mudaxele kir.

Lê mudaxeleya bankaya navendî, saetek jî neajot û berdêla dolarekî dîsa gihişt 17 lîrayî.

Ji ber di serî de gaz, petrol û madeyên xam ên gelek tiştan bi dolarê tên kirîn, bihabûna wê, rê li ber zêdebûna bihayê gelek tiştan vedike.

Ev yek jî xizanî û hêza kirînê ya xelkê kêm dike.

Wekî mînak meaşê asgarî yê ku weke 4250 lîra hat destnîşankirin, berdêla wî ya bi dovîzê 273 dolar bû.

Lê hê 24 saet di ser re derbas nebûn, bi kêmbûna nirxê lîra, ev nirx daket 264 dolarî.

MÎTÎNGÊN “EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN”
SIBE LI AMED Û ÎZMÎRÊ, YEKŞEMÊ JÎ LI ENQERE Û STENBOLÊ PÊK TÊN

Ev rewş jî, xelkên Tirkiyê dixe nava fikarên mezin.

Xelk bi çalakî, meş û mîtîngan nerazîbûna xwe tînin ziman.

Ji bo vê armancê wê dawiya hefteyê jî, mîtîngên navendî pêk werin.

Mîtîngên navendî yên bi silogana “em nikarin debara xwe bikin” bi pêşengiya sendîkayan roja şemî li Amed û Îzmîrê pêk werin.

Roja yekşemê jî wê li Stenbol û Enqerê mîtîng pêk bên.

Di serî de HDP’ gelek partî, sazî û sendîkayên karkeran jî piştgiriyê didin mîtîngan.

Komîteya Amadekar banga beşdariya mîtîngan kir.

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv