Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Krîza aborî û polîtîkayên şer û talanê

 

KRÎZA ABORÎ Û POLÎTÎKAYÊN ŞER Û TALANÊ
LÎREYÊ TIRK LI HEMBERÎ DOVÎZÊ NIRXÊ XWE KÊM DIKE, KRÎZA ABORÎ KÛRTIR DIBE

Êdî wisa bûye, her axaftina şefê faşîst ê Tirk Tayîp Erdogan zirara mezin dide aboriya Tirk.

Her ku li ser aboriyê diaxive, nirxê lîraya Tirk kêm dibe û krîza aborî jî kûr dibe.

Mînaka dawî jî, beşdariya Erdogan a televîzyona fermî ya Tirk TRT ye.

Erdogan di bernameyê de dîsa bi derewan rewşa aboriya Tirk baş nîşan dida.

Îdîa dikir ku krîza aborî ya cidî nîne, tenê hin pirsgirêkên biçûk hene û wê wan jî çareser bikin.

Lê van axaftinan ango derewên Erdogan zirareke mezin da aboriya Tirkiyê.

Gelên Tirkiyê hinekî din xizan û deyndar kirin.

Wekî mînak dema Erdogan dest bi axaftinê kir dolarek 13,25 lîra bû.

Lê belê dema axaftina wî xelas bû, nirxê dolarê, 14 tl”yan derbas kir.

Vê yekê jî bandoreke mezin a neyînî li rewşa aboriya Tirkiyê kir.

Li gorî hesaba Berdevkê CHP’ê Faîk Oztrak axaftina Erdogan, deynê derve yê Tirkiyê, 192 mîlyar dolar zêde kiriye.

Di vê navberê de piştî nirxê dolarê 14 lîrayê Tirk derbas kir, Bankaya Navendî ya Tirk dest bi mudaxeleyê kir.

Bankaya Navendî hejmara dovîza zêde xist piyasayê, da ku pêşiya bênirxbûna lîra bigire.

Lê belê aborînas mudaxeleya Bankaya Navendî, wekî çareserî nabînin.

Aborînas bi bîr dixin ku sedema esasî ya krîza aborî siyaseta şer e û dibêjin: Dibe ku mudaxeleya Bankaya Navendî ji bo demeke kurt bi kêr were, lê belê wê nikaribe çareseriyê pêk bîne. Çareserî bi dawîkirina siyaseta şer e.

Li aliyê din, faşîzma AKP-MHP’ê ji bo fînansekirina siyaseta şer a Erdogan hewl dide ji Yekîtiya Emîratên Ereb pereyan peyda bike.

Bi vê armancê prensê welîhat ê Emîrat vexwand Tirkiyê û di gelek sektoran de şîrîkatî pêşniyar kirin.

Lê belê tê gotin Emîrat naxwaze pereyê germ bide û dixwaze beşeke mezin a Aselsan û Roketsanê bikire.

Aselsan û Roketsan jî, 2 şîrketên stratejîk ên çekan ên Tirk in.

Dewleta Tirk ji ber stratejîkbûnê, naxwaza van şîrketan bifiroşe.

Lewma jî pispor dibêjin, hewldana bi pereyên Emîrat fînansekirina siyaseta şer a Erdogan vê gavê bê encam dimîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv