Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Çand Û HunerJinNûçeyên Dawî

Koroya jinên Êzîdî hat avakirin

 

jinên ji destê DAIŞ’ê filitîn dibin dengê çanda xwe ya hezarên salan

Bi piştgiriya weqfa Amar ya Brîtanî koroya jinên Êzîdî hat avakirin.

Armanca koroyê sûcên hovane ku li dijî wan pêk hatiyê neyê ji bîrkirin.

Jinên ku di koroyê de cih digrin temenê wan di navbera 15 û 22 salî de ne.

Di 3yê Tebaxa 2014an de çeteyên DAIŞê bi armanca qirkirina gelê Kurd berê xwe dan Şengalê û  êrişên hovane pêk anîn….

Piştî çeteyên DAIŞê Şengal dagir kirin, nêzî 300 hezar kesî bi peyatî û di kelegerma havînê de, bi awayekî bê nan û bê-xwarin berê xwe dan çiyayê Şengalê..

Di vê rêwitiyê de piraniya wan zarok, jin  bi sedan Şengalî ji tîna jiyana xwe ji dest dan

Di  dema êrişa çeteyên DAÎŞ’ê de herî zêde jinan berdêlên giran dan.

Çeteyên hov bi hezaran jin revandin û bi xwe re birin…

Gelek ji wan jinan li bazaran weke cariye hatin firotin, hatin tecawiz kirin û qetilkirin…

Jinên bi alîkariya Şervanên YPJ’ê û Gerîlayên HPG’ê ji komkujiyê filitîn îro li çar aliyê cîhanê serpehatiyên xwe vedibêjin.

Vê carê jî bi piştgiriya weqfa Amar ya Brîtanî koroya jinên Êzîdî hat avakirin.

Armanca koroyê sûcên hovane ku li dijî wan pêk hatiyê neyê ji bîrkirin.

Jinên ku di koroyê de cih digrin temenê wan di navbera 15 û 22 salî de ne.

14’ê jinên ku ji bo koroyê hatine Paytexta Brîtanya Londranê Michael Bochmann wan perwede dike.

Piraniya jinên di koroyê de cîh digrên jinên ji destê çeteyên DAIŞê hatine rizgarkinin

Yek ji jinê ji destê çeteyan hatiyê rizgarkirin Dilvîn Saeed Ahmed e.

Dilvîn derbarê porjeyê de dibêje ,ev ji bo wan wek terapiya psîkolojîke.

Ranas Alels Haseen jî keyfxweşiyên xwe wiha tîne ziman û got, li vir gelek alikariya me dikin, muzika êzîdî di nav çanda kurde cihêk girîng digre ji bo vê yekê em ê di her şert û mercê de xwedî li çanda xwe derkevin,

Damezrenera Waqfê  Baronesi Nicholson dibêje muzîk ne tenê ji bo evîniyê ye di heman demê ji bo jiyanê ye jî, ger ku em muzika wan ji holê rakin em ê heta heta wan ji bîr bikin

Baronesi Nicholson da zanîn weqfa wan muzikên kevneşop tomar dike û got bi vê projeyê em hewldidin çanda Êzidiya biparêzên û ev proje di heman demê de vê li arşîva Oxfor de jî were parastin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

11:00 Rabori Mahsum Gabar 21.09 2022

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv