Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Koordînasyona PAJK’ê

 

 

 

Em bi daxuyaniya PAJK’ê dest bi bultena xwe bikin.
PKK 43 salên xwe tejî dike, dikeve sala 44’an.
Bi boneya damezrandina PKK’ê Kordînasyona Partiya azadiya Jinên Kurdistanê PAJK’ê daxuyaniyek da.
PAJK’ê diyar kir; di cewhera guherîn û veguherînê de rastiya azadiya jinê heye
Di daxuyaniyê de PAJK’ê ji hemû jinan xwest tevlî pêngava li jî qirkirina jinê dema, parastina jin û civaka azade bibin.

PAJK’Ê SALVEGERA 43’YAN A PKK’Ê PÎROZ KIR:
PKK”Ê BI TÊKOŞÎNA XWE ÎRADEYA MIROVÊN AZAD DERXIST HOLÊ
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê PAJK’ê bi minasebeta salvegera 43’an a damezirandina PKK’ê daxuyaniye da.

Koordînasyona PAJK’ê salveger li Rêber Apo, şehîdên dozê û berxwedêran hemûyan pîroz kir.

PKK’ê bi xeta azadiya jinê kêmasiya tevgerên sosyalîst û şoreşger ên cîhanê temam kir.

Xeta azadiya jinê ku bi keda Rêber Apo bi pêş ket heta roja îro mezin bû.

Bi têkoşîna xwe ya nîvsedsalî rewatiya xwe jî bi dest xist.

PKK’ê bi têkoşîna xwe îradeya mirovên azad derxist holê û li gorî ruhê demê li ser esasên guherîn û veguherînê bi pêş ket.

KOORDÎNASYONA PAJK’Ê
ŞANEYA BINGEHÎN A TÊKOŞÎNA PKK’Ê XETA AZADIYA JINÊ YE

PAJK’ê destnîşan kir ku di cewhera guherîn û veguherînê de rastiya azadiya jinê heye:

Nûbûna herî radîkal ku bandoreke mezin li ser civakê kir rastiya azadiya jinê ye.

Ji bo çareseriya doza kurdî cara yekem pirsgirêka azadnebûna jinê hat bilêvkirin.

Li ser vî esasî azadiya jinê şaneya bingehîn a têkoşîna PKK’ê ye.

Di pêvajoya têkoşînê de bi azadiya jinê re jiyana azad jî dest pê kiriye.

Bi vê dînamîzmê jinan YJWK piştre YAJK’ê ava kirin.

Ev têkoşîn bi partîbûna jinê veguheriye PAJK’ê ku pêşengiyê ji azadiya civakê re dike.

KOORDÎNASYONA PAJK’Ê
BERXWEDANA GERÎLA PÊNGAVA AZADIYÊ DERXIST LÛTKEYÊ

PAJK’ê îşaret bi berxwedana 7 mehên dawîn ên gerîlayên YJA Star û HPG’ê kir:

Berxwedana gerîla pişta desthilata AKP-MHP’ê şikand.

Derbên YJA Star li artêşa dagirker xistin artêş felc kir.

Berxwedana gerîla pêngava azadiyê jî derxist lûtkeyê û zêdetir nêzî serkeftinê kir.

Ev berxwedan bi heman rengî di qada siyasî û civakî de were bipêşxistin wê zafer teqez be.

KOORDÎNASYONA PAJK’ÊEM BANG LI JINAN DIKIN TEVLÎ ÎNŞAKIRINA SERDEMA XWEDAWENDÊN HEMDEM BIBIN

Koordînasyona PAJK’ê destnîşan kir ku bi mezinkirina pêngava li dijî qirkirina jinê dema parastina jin û civaka azad e wê tola hemû jinan hilînin.

Em ê bi sala 44’an a têkoşînê re çalakiyên xwe yên ji bo avakirina pergala li ser xeta azadiya jinê mezin bikin.

Em bang li temamiya jinan dikin ku li dijî pergala heyî serî rakin.

Tevli înşakirina jiyana azad û tevlî bi pêşxistina serdema xwedawendên hemdem bibin.

Em bang li gelê xwe dikin li dora nirxên PKK’ê bibin yek.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv