Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Koordînasyona PAJK’ê bi minasebeta 23. salvegera şehadeta Sema Yuce daxuyaniyek da

 

23. SALVEGERA ŞEHADETA SEMA YUCE
KOORDÎNASYONA PAJK’Ê DAXUYANÎ DA

Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê PAJK bi boneya salvegera 23’an a çalakiya fedaî ya Sema Yuce li ser malpera xwe daxuyaniyek da.

Kordînasyona PAJK’ê di kesayeta Sema Yuce, Gulan û Zîlan de, şehîdên têkoşîna azadiyê bîranî û bi van gotinan bal kişand kesayeta Sema Yuce.

Hevrê Sema Yuce xwe li ser hîmê felsefe û bîrdoziya Rêber Apo avakir.

Li hemberî hişmendiya mêr, kevneşopiyên civaka zayendperest a Kurdistanê heye ku, jin û civak dîl girtibû şereke dijwar da.

Ev têkoşîna dijwar a ji bo hebûn û azadiya gelekî, ji bo afirandina jina azad li Kurdistanê di kesayeta xwe de da.

KOORDÎNASYONA PAJK’Ê SEMA YUCE BI BÎR ANÎ
‘LI DIJÎ ZÎHNIYETA QIRKER, JIN A AZAD TEMSÎL KIR’

PAJK’ê diyar kir ku, Sema Yuce armanca komployê hê pêşî fêm kir û xwest bi çalakiya xwe balê bikişîne ser xeteriya wê:

Hevrê Sema komploya mezin a li hemberî Rêber APO û jina Azad zû ferq kir û bi çalakiya xwe bersiv da hêzên komploger.

Li hemberî faşîzm û zihniyeta dewleta Tirk li girtîgehê nasnameya jina azad temsîl kir û li ber xwe da.

Ji ber wê bîrdoziya azadiya jinê bi kesayeta xwe re jiyanî kir bû pêşenga vê xetê.

KOORDÎNASYONA PAJK’Ê SEMA YUCE BI BÎR ANÎ
‘GERÎLAYÊN YJA STARÊ LI SER XETA SEMA YUCE DÎROKÊ JI NÛVE DINIVÎSIN’

Di daxuyaniyê de PAJK’ê balê dikişîne ser gotina Sema Yûce a çawa li Ezmanan du roj nabin, ji bo jinê jî du çavkaniyên moralê nabin û vê nirxandinê dike.

Gerila îro li ser mîras û deskeftiyên şehîdan li hemberî dagirkeriyê, li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî di asteke bilind e têkoşinek mezin didin.

Gerîlayên YJA Starê li ser xeta fedaî ya Sema Yuce, Gulan û Zîlan îro dîrokê ji nûve dinivîsin.

Tevgera azadiyê û partiya azadiya jinê li seranserê Kurdistanê di qonaxekê têkoşînê ya dîrokî de ye.

Gerîlayên jin li Zagros, Zap, Metîna û li hemû çiyayên Kurdistanê bi îradeya Pola ya çavkaniya xwe ji çalakiya ji heqîqeta Sema Yuce digire li ber xwe didin.

PAJK’ê di dawiyê de got; wê li hemberî êrişên topyekûn û tasfiyê, wê têkoşîna jinan û ya gelan serbikeve.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv