Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Koordînasyona Komelên Ciwan: ‘Li ser xeta hevrê Senar berê xwe bidin nava refên azadiyê’

 

KOORDÎNASYONA KOMELÊN CÎWAN:
LI SER XETA HEVRÊ SENAR BERÊ XWE BIDIN NAVA REFÊN AZADIYÊ

Koordînasyona Komalên Ciwan li ser şehadeta gerîlayê HPG’ê Senar Zagros Serhat Goksû daxuyaniyek da.

Koordînasyonê destpêkê şehîd Senar bi bîr anî û destnîşan kir ku şehîd Senar di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de ya li Bakurê Kurdistanê ya li dijî dewleta Tirk a mêtinger qirker, li eniya herî pêş a Berxwedana Geverê cih girt, di êrişa dijmin de bi giranî birîndar bûye.

Koordînasyonê bi vî awayî behsa kesayet û têkoşîna şehîd Senar kir:

Hevalê me Senar ku bi fedakarî û daxwazeke mezin a têkoşînê xwe li jiyanê girt, tevî ku demeke dirêj dihate dermankirin, ji ber giranbûna rewşa wî rakirin nexweşxaneyê, 9’ê Tebaxê şehîd bû.

Çawa ku di perwerde û birêxistinkirina ciwanên Kurdistanê de pêşengî kir, dema ku pêwîstî pê hate dîtin li Mexmûrê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê kete çeperê şer, pêşengî kir, dema ku pêwîstî hate dîtin beşdarî Berxwedana Xwerêveberiyê ya Geverê bû û bû milîtanekî şareza yê Şerê Gel ê Şoreşgerî.

Hevrêyê me Senar têkoşîna xwe ya jiyanê ku li Serhedê da destpêkirin, li çiyayên berxwedanê yên Kurdistanê bi têkoşîna azadiyê re kir yek.

Hevrêyê me Senar mîrateyeke mezin ji ciwanên welatparêz û şoreşger ên Kurdistanê re hişt.

Soza me jê re ew e ku bi têkoşîna têkbirina dijmin, heta misogerkirina azadiya Kurdistanê em ê bi rengê Senarî li ber xwe bidin, şerekî mezin bimeşînin

Li ser vê bingehê em careke din sersaxiyê ji malbata hêja ya şehîdê me dixwazin û bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku li ser xeta hevrê Senar têkoşînê mezin bikin û tevlî nava refên azadiyê bibin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv