Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Koordînasyona KJK’ê: ‘Dagirkeriya Tirk li ber çavê cîhanê sûcê qirkirinê dike’

 

KOORDÎNASYONA KJK’Ê:
DAGIRKERIYA TIRK LI BER ÇAVÊ CÎHANÊ SÛCÊ QIRKIRINÊ DIKE

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Rojavayê Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em ji gelê me yê Êzidî û yê Rojava, ji malbatên şehîdan re sersaxî dixwazin.”

KJK’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku êrişên li ser Şengal û Rojava pêşdikevin encama polîtîkayên qirêj ên rejîma AKP/MHP’ê ne.

Komkujiyên li ser Şengalê dewama qirkirinê ya li ser Êzîdiyan e.

Dixwazin ku tim tirsa fermanê li ser gelê me yê Êzîdî hebe.

Hikûmeta faşîst ya AKP-MHP bi van êrişan dixwaze tişta ku DAIŞ’ê nekarî bike temam bike.

Ev êrişên li ser Şengalê û Rojava, rengekî nûjenkirî yê Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo ye.

Li hemû parçeyên Kurdistanê rejîma faşîst a AKP/MHP’ê li dijî Kurdan û gelan şerê qirkirinê dike.

Bi vê polîtîkaya qirêj dixwaze xeyalê xwe yê Osmanî pêk bîne.

Êrişên li ser Şengalê, Rojava parçeyek ji plana dagirkirina Başûr e.

KOORDÎNASYONA KJK’Ê:
KAZIMÎ TESLÎMÎ ŞERÊ QIRKIRINÊ BÛYE

Koordînasyona KJK’ê di dewam de bal kişans ser serdana Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî ya ji bo Şengalê

Balkêş e ku dema ku Serokwezîrê Iraqê wê serdana Şengalê bikira, Fermandarê YBŞ’ê heval Seîd hat hedef girtin.

Di rewşeke Kazimî ku gotibû ew ê peymana 9’ê Cotmehê bi cih bînin, nîşan dide ku teslîmî şerê qirkirinê yên dewleta Tirk bûne.

Hêzên noker-xayîn çawa ku dema fermana Şengalê Êzîdî neparastin û rê li komkujiyê vekirin niha jî bi hêzên dagirker re hevkariyê dikin.

Li şûna ku li dijî êrişên dewleta Tirk bibin xwedî helwest, xizmetê ji wan hêzan re dikin.

Dixwazin destkefiyên gelê Şengalê ku bi berdelên giran hatin bi dest têk bibin.

KOORDÎNASYONA KJK’Ê:
DIXWAZIN ŞOREŞA ROJAVA BIQEDÎNIN

KJK’ê têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî jî ev nirxandin kir.

Şoreşa Rojava hêviya mirovahiyê ye.

Êrişên dewleta Tirk ne tenê qirkirina gelê Kurd e.

Her wiha bi desteka Amerîkayê, Rûsyayê tê xwestin ku îradeya Şoreşa Rojava were şikandin.

Tê xwestin Şoreşa Rojava ku hêviya mirovahiyê ye were qedandin.”

KOORDÎNASYONA KJK’Ê:
DEWLETA TIRK LI BER ÇAVÊ CÎHANÊ SÛC DIKE

KJK’ê bi van gotinan bal kişans ser êrişkariya dewleta tirk.

“Dewleta Tirk bi êrişên li ser Şengalê û Rojava li ber çavê cîhanê sûcê qirkirin û mirovahiyê dike.

Dewleta Tirk DAIŞ’a fermî ye.

Bêdengiya sazî û dewletên navnetewî tê wateya ku vê komkujiyê dipejirînin.”

Koordînasyoan KJK di dawiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku li Tirkiyê û Rojhilata Navîn, li Cîhane hêzên demokrasî û azadiyê dive bibin yek û vê desthilata faşîst hilweşînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv