Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Konseya Fermandariya HPG’ê: Wê li dijî her cûre êrişan bi ruhê fedayi yê Apoyi bersiv bê dayin 20.02.2021

 

Konseya Fermandariya Giştî ya HPG’ê ragihand civîna xwe ya asayî ya salane lidar xistiye û got: “Li dijî her cûre êrîşên li dijî hêzên me û gelê me, wê li ser bingehê ruhê fedayî yê Apoyî bersiv bidin, gihiştîne biryara serketina teqez.”

 

Konseya Fermandariya Giştî ya HPG’ê ragihand civîna xwe ya asayî ya salane lidar xistiye û got: “Li dijî her cûre êrîşên li dijî hêzên me û gelê me, wê li ser bingehê ruhê fedayî yê Apoyî bersiv bidin, gihiştîne biryara serketina teqez.”

Konseya Fermandariyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke niviskî ragihand ku civîna salana ya asayî pêk aniye.

Di daxuyaniya Konseya Fermandariyê de wiha hate gotin:

”Me Konseya Fermandariyê ya HPG’ê civîna xwe ya asayî ya salê di navbeyna 18-26’ê Çile de pêk anî. Di vê serdemê de ku têkoşîna me ji qonaxeke dîrokî dibihure, bi tevlîbûna 40 endamên me yên ku hemû qadên me yên peywirê temsîl dikin, bi gotebêjan bi rengekî berfireh hêla siyasî û leşkerî ya sala 2020’an analîz kiriye, rewşa berdest a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi asta qad û eyaletê hatiye nirxandin, ji bo ku sala têkoşînê ya 2021’an bibe sala serfiraziyê ji bo me gelê me perspektîfa hewce hatiye danîn, taktîka serdemê hatiye diyarkirin û bi vê çarçoweyê plansaziya sala 2021’an hatiye kirin.

Civîna me diyar kiriye mêtingeriya Tirk ku li bara têkoşîna me serdema xwe ya herî qels dijî ji bo ku xwe ji halê heyî xilas bike li dijî hemû derdorên pêşverû yên civakê polîtîkayeke êrîşkar û zext û zordarî daye ber xwe, ji bo xwe ji xitimandina qada leşkerî derxîne jî pişta xwe daye amûrên berhemên teknolojîk, destnîşan kiriye tifaqa Ergenekonê ku bi vê jî ya ku dixwestin bi dest nexistin, polîtîkayên şerê taybet dane pêş û bi veşartina rastiyan hewl didin ku raya giştî û girseya xwe bixapînin. Bi vê çarçoweyê gihaştiye wê encamê ku peywirên têkoşînê ku serdem ferz dike were bicihanîn, ne pir dûr e ku ew hedefa tifaqa faşîst ku ji bo gelê me bûye êş û azar biçe ser sergoya dîrokê.

 

LI DIJÎ HER CURE ÊRÎŞÊ WÊ BI GIYANEKÎ FEDAYÎ YÊ APOYÎ BERSIV WERE DAYIN

Civîna me bi vê çarçoweyê pirsên têkilî taktîk, şêwaza têkoşîn û tevgerînê ya di têkoşîna gerîla ya berdest de bi berfirehî nirxandiye, li bara pirsên rêxistinî û biryargehê û rastiya şerê nû yê serdemê rol û misyona Gerîlayên Azadiya Kurdistanê diyar kiriye, li dijî êrîşên hegemonîk û mêtingerî yên Modernîteya Kapîtalîst, xeta şer û têkoşînê ya serdema nû ya Gerîlayên Modernîteya Demokratîk daniye holê. Civîna me ya ku li ser vê bingehê biryarên girîng dayî, pirsên sala têkoşîna ya 2020’an, kêm û kurtiyên ku derketin holê, pirsên taktîkî bi kûrahî gotûbêj kiriye, li ber ronkahiya şehîdên serdemê û tecrûbeyan zemîna afirandina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya têkneçe ya di têkoşîna sala 2021’an de daniye holê, li ser hîmê Şerê Şoreşgerî yê Gel, plansaziya serdema têkoşîna nû hatiye berbiçav kiriye. Bi vê çarçoweyê, ji kûderê bên bila bên, li bara her cure êrîşên li ser gelê me û hêzên me, li ser hîmê bersivdane giyanê fedayî yê Apoyî, biryar li ser hatiye danîn ku bi pêngavî nêzîktêdayîn li peywirên demê were kirin û biryardariya serkeftina bi teqezî hatiye danîn.

Civîna me binê wê xêz kiriye, di rewşeke wiha de ku gelê me ji qonaxeke dîrokî dibihure, ku ji aliyekî ve mêtingerî êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê giran kiriye, ji aliyê dî ve hin helwestên parçeyî ku îdîa dikin li ser navê siyaseta Kurd tevdigerin cihgirtina wan a di nav konespta hevpar a dijmin de wê ziyaneke mezin bide doza azadiya gelê me û rewşeke taloke bi xwe re bîne, girîngiya helwesta netewî ya ji bo hemû hêzên Kurdistanî diyar kiriye, helwesta tundî ya nav Kurdan hatiye red kiriye û diyar kiriye çareserkirina pirsan a bi rêyên diyalogê pir hewce ye.

BANGA LI CIWANÊN KU DIXWAZIN TEVLÎ NAV GERÎLA BIBIN

Di civîna me de yek ji mijareke dî ya girîng bûye ew mijara ciwanen ku dixwazin tevlî nav refên têkoşînê bibin. Her çendî bi rêjeyekê tevlêbûn çêbûbe jî, civîna me tespît kiriye, gelek ciwan li gel ku xwestin tevlî nav refên gerîla bibin jî nekarîne ku xwe bigihînin qadan, bang li hemû ciwanên welatparêz ê Kurdistanî kiriye ji bo ku bigihin qadên gerîla zêdetir rêxistinî tevbigerin, bang li wan ciwanan kiriye ku li gel hemû daxwaz û hewldanan jî negihiştina qadên gerîla, berê xwe bidin yekîneyên xwecih-otonom ên li zemînên cuda.

TEKANE RÊYA PÎVANÊ AZADIYA FIZÎKÎ YA RÊBER APO YE

Biryarên dîrokî ku di vê qonaxa girîng û krîtîk de 9 rojan bi gotebêjin berfireh û encamgir standiye, ji bo serkeftina sala 2021’an wê bibin gavên girîng. Li dijî êrîşa artêşa Tirk a mêtinger ku di navbeyna 10-13’ê Sibatê de li ser qada Garê dane destpêkirin, bersiva Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, bûye terisîna pêşî ya berbiçav a vê civîna me ya li qada şer, performansa ku hatiye nîşandan, têkilî beşê dî yê mayî yê vê salê îşaretên girîng dide. Civîna me tekane pîvana serkeftinê weke têkbirina Komploya Navnetewî û azadiya fizîkî ya Rêber Apo diyar kiriye û biryar li ser hatiye danîn ku li ser van esasan nêzîktêdayin li peywiran were kirin. Bi vê bingehê em hêzên HPG û YJA Starê bi xeta serfiraziyê ya Rêber Apo û giyanê lehengiyê yê fermandarên me yên nemir ku sala çûyî tevlî nav karwanên nemiran bûne, Kasim Engîn, Egîd Civyan, Yilmaz Dersim, Zîn Cîzre, Dilşêr Herekol, Egîd Garzan, Amara Ronahî, Leyla Agirî, Bargiran Erkendî, Aryana Baranan, diyar dikin li ser rêya azadiya gelê me û Rêbertiya me em bi fedayî bimeşin û biryardariya serkeftinê diyar edikin, di vê erdema têkoşînê ya dîrokî de serkeftina mezin ji bo hemû hevrêyan û hêzên têkoşer dixwazin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv