Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Konseya Ewrûpayê ji ber sedemên siyasî li dijî tecrîdê bêdeng e’

 

JI BO AZADIYA RÊBER APO
ÎNSIYATÎFA JI OCALAN RE AZADÎ 2’YÊ COTMEHÊ LI STRASBOURGÊ MÎTÎNG ÇÊDIKE

Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re ya Navnetewî li seranserê cîhanê ji bo mexseda xwe bibe serî çalakî û kampanyayan bi rê ve dibe.

Niha jî ji bo dawî li bêdengiya hêzên cîhanê bîne wê li navenda siyaseta Ewrûpayê li ber avahiyên Konseya Ewrûpayê û CPT wê mîtîng li dar bixe.

Mîtînga li bajarê Fransa Strasborgê wê 2’yê cotmehê were lidarxistin.

Însiyatîfê di heqê mîtîngê û armanca wê de daxuyanî da, îşaret bi pergala tecrîdê ya Îmraliyê kir û wiha got:

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî ji asta êşkenceyê jî darbas bûye û gihîştiye qonaxeke talûke.

Em nikarin li dijî vê rewşa xeternak de bêdeng û xemsar bimînin.

Em ê bi mîtîga xwe ya li Straboûrgê careke din dewa bidawîbûna pergala tecrîdê û azadiya Ocalan bikin.

ÎNSIYATÎFA JI OCALAN RE AZADÎ:
KONSEYA EWRÛPAYÊ JI BER SEDEMÊN SIYASÎ LI DIJÎ TECRÎDÊ BÊDENG E

Înfiyatîfê bal kişand ser biryarên CPT û Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê jî û wiha gotin:

CPT û Konseya Ewrûpayê di rapora xwe ya 2020’an de şert û zirûfên li Îmraliyê qebûl nekirin.

Wan bi xwe got ev rewş nayê qebûlkirin û divê were guhertin.

Li gel van tespîtan jî ne şert hatin guhertin ne jî pergala tecrîdê ya Îmraliyê bi dawî bû.

Bi raya me Konseya Ewrûpayê ji ber sedemên siyasî erk û peywira xwe bi cih nayne.

Înfiyatîfê bi bîr xist ku ji 25’ê adarê vir ve ye ji Rêber Apo agahî nayê wergirtin û bi ban gotinan îşaret bi dijwariya tecrîdê kir:

Rêberê Gelê Kurd di 25’ê adarê de bi qasî 4-5 deqeyan bi birayê xwe re bi telefonê axivî. Ji wê demê ve ye agahî jê nayê girtin.

Têkiliya Abdullah Ocalan ji 25’ê adarê ve ye bi dinyayê re bi temamî hatiye qutkirin.

Li dijî pergala tecrîdê em ê bi dirûşma “Dem Dema Azadiyê-Wê azad qezenc bike” “Ji bo Ocalan bikeve tevgerê” bi beşdariya bi sedan kurd û dostên kurdan 2’yê cotmehê saet 13.00’an de li Strasboûrgê mîtîngek li dar bixin.

Em hemû kurdistanî û hêzên demokratîk jî vedixwînin mîtîngê. Werin em bi hev re azadiya Rêber Apo biqîrin.

MÎTÎNGA JI BO AZADIYA RÊBER APO
BIRÊVEBIRÊN KAMPANYAYÊN AZADIYÊ WÊ DEWA AZADIYA RÊBER APO BIKIN

Kesayet û saziyên ku li seranserê cîhanê bi kampanya û çalakiyan dewa azadiya Rêber Apo kirin jî wê bi peyamên xwe tevli mîtîngê bibin.

Mîtîng wê saet 13.00’an bi daxuyaniyan dest pê bike.

Ji xeynî nûnerên saziyên kurdan wê kesayetên di kampanyaya azadiyê de cih girtine jî axaftinan bikin.

Ji xeynî nûnerên kurdan, kesayetên ku di kampanyaya azadiya Rêber Apo de cih girtine, jê re pêşengî kirine û wê di mîtîngê de jî bi axivin ev in;

Sîmon Dubbîns, dîrektorê lêkolîna navneteweyî ya sendîkaya UNÎTE, yek ji avakarên kampanya ji Ocalan re azadî,

Prof. Laura Corradî, ji Komîteya Ji Ocalan re Azadî ya Îtalya

Renee Le Mignot ji Tevgera Dostaniya di Navbera Gelan de ya li dijî Nijadperestiyê

Nûnerek ji Sendîkaya Solîdaires a Fransayê

Dr. Mohamed Al Shami Serokê Yekîtiya Parastina Heq û Azadiyan a Navneteweyî

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv