PERWERDEYA GUHERTIN Û VEGUHERTINA CIVAKÊ
KONGREYA STAR ENDAMÊN MECLÎSA DADA CIVAKÎ PERWERDE KIRIN
Rêxistina Kongra Star a herêma Firatê dewreyek perwerdê organîze kir.
Armanc guhertin û veguhertina hişmendiya mêr û civakê li ser bingeha netewa demokratîk, azadiya jin û civakê ye.
Endamên mêr ên meclisa edaleta Civakî ya herêma Firatê tevlî perwerdê bûn.
Dewreya Perwerdê a bi navê Leyla 1’ê Tebaxê destpêkir û 10 rojan dewam kir.
10 endamên meclisa edaleta civakê li akademiya Şehîd Şîlan ders dîtin.
Di 10 rojan de dersên wekî, zanista jinê jineolojî, dîroka jin, hevjiyana azad, wekhevî û edalet hatin dîtin.
Kesên ku tevlî perwerdê bûn, kesayeta xwe analîz kirin, di aliyê hişmendî û nezîkbûna jinê de xwe rexne kirin.
Yek ji kesê tevlî perwerdê bû, endamê dîwana edaletê ya dadgehê Mihemed Derwîş e.
Mihemed Derwîş dibêje, di aliyê guhertin û veguhertinê de perwerde bandoreke erênî çêdike.
Endamê komîteya Silhê ya meclisa Edaletê İzêt Mustefa jî balê dikişîne ser bandora perwerdê.