Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kongreya Star a Herêma Firatê li gundê Helincê starta çalakiyên 8’ê Adarê da 24.02.2021

 

BER BI 8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ VE
KONGREYA STAR A HERÊMA FIRATÊ LI GUNDÊ HELINCÊ STARTA ÇALAKIYAN DA

Tevger û rêxistinên jinan xwe ji bo çalakî û pîrozbahiya 8’ê Adarê roja jina ya cîhanê amade dikin.

Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê doh li Kobanê starta çalakî xebatên 8’ê Adarê da.

Daxuyanî li qada Şehîdan a gundê Helincê hate dayîn.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Rewşen Hacim axivî û destnîşan kir ku gelek pergelên desthilatdar hene ku hewl didin jinan ji azadiyê bêpar bihêlin û got.

BER BI 8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ VE
LI DÊRAZORÊ STARTA ÇALAKIYÊN 8’Ê ADARÊ HAT DAYÎN

Jinên Dêrezorê jî bi daxuyaniyekî starta çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê dan

Daxuyanî li pêş Kelha Helebiyê û Zelebiyê ya gundewarê rojavayê Dêrazorê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê çalakiyên 8’ê Adarê yên li Dêrezorê wê bi dirûşma”Bi rihê Hind û Seida em ê pêvajoya 8`ê Adarê berdewam bikin” wê bên lidarxistin.

Jina ragihandin ku wê Hind û Seida dê her tim ji bo wan bibe çavkaniya hêz û îlhamê.

BER BI 8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ VE
PLATFORMA ENQERÊ: EM Ê 8’Ê ADARÊ BI RAPERÎNÊ PÊŞWAZÎ BIKIN

Platforma Jinan ya Enqereyê jî wê îsal bi diruşma “Em ê cîhaneke jin lê azad û wekhev bijîn ava bikin.” wê 8’ê Adarê pêşwazî bike.

Derbarê çalakiya 8’ê Adarê de Platformê li Şaxa Sendîkaya Karkerên Buroya Enqerê civîna çapemeniyê li dar xist.

Esma Çaglak li ser navê platformê daxuyanî xwend.

Esma Çaglak zanîn ku ew ê li dijî êriş û polîtikayên dijminatiya jinê dike li kuçeyan bin û wiha got:

Me jinan destkeftiyên xwe bi têkoşîneke mezin bi dest xist. Em ê têbikoşin ku Peymana Stenbolê pêk bê. Em ê nehêlin ku piştevaniya jinê bê darizandin. Em bi hev re 8’ê Adarê bi raperîna xwe pêşwazî bikin.

Platformê dazanîn ku wê 8’ê Adarê roja duşemê saet di 14.30’an de em ê li Qada Sakaryayê bên gel hev.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv