Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kongreya Sendîkayên Skotlandê STUC: ‘Pêwîstî bi xwedîderketina li doza Kurd heye’

 

KONGREYA SENDÎKAYÊN SKOTLANDÊ STUC
“PÊWÎSTÎ BI XWEDÎDERKETINA LI DOZA KURD HEYE”

Kongreya Sendîkayên Skotlandê civîna xwe ya salane bi rêya vîdeoyê pêk anî.

Yek ji mijarên sereke, rewşa gelê Kurd û binpêkirina mafên mirovan a dewleta Tirk bû.

Axaftvan bal kişandin ser dijmanahiya dewleta Tirk a li hemberî jinan û kuştinê jinan.

Girêdayî vê, derketina Tirkiyê ya ji peymana Stanbolê jî bibîranîn û bang li saziyên navnetewî kirin ku destûr nedin Tirkiyê ku mafên mirovan binpê bike.

Di kongra sendikayê de zexta dewleta tirk ya li ser siyaseta legal ya Kurd jî hat rojevê.

Di axaftinan de hat bibîrxisitn ku hêzên dewleta trik bi hevkariya civaka nêzê AKPê jinên Kurd ên çalak dikin hedef.

Kongreya Sendîkayên Skotlandê bang li hikumeta Brîtanyayê kir ku li dijî hikumeta Tirk bertek nîşan bide û dawî li firotina çekan bîne.

Qismek daxuyaniya sendîkayê ev e:

“Hukumeta tirk bi zexta li ser siyasetmedarên kurd, bi zelalî nîşan dide ka çiqes ji demokrasî û wekheviyê nefret dike. Bi rêya polês û leşkeran tacîzeke dijwar tê meşandin”
Çalakgerên siyasî, rojnamevan û rêvebirên gel mîna Abdullah Ocalan di bin rewşeke awarte de bê parastin tên girtin.
Dewleta Tirk bi koçberkirina Kurdên li Bakûr-rojhilat Suriyê jenosîdek pêk tîne”

Di dawyê de bang li Neteweyên Yekbuyî hat kirin ku xwedî li diza kurdî derkeve, zorê bide ser dewleta Tirk da ku bi gelê Kurd re pêvajoyên aşitiyê bide destpêkirin.

Kongreya Sendîkayên Skotlandê STUC yek ji mezintirîn sendîkayên welêt e û derdora nîv milyon endamên wê hene.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv