Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kongreya 4’an a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi beşdariya delegeyên Êzidî, Mesihî û Sûnnî pêk tê

 

KONGREYA 4’AN A MECLÎSA XWESERIYA DEMOKRATÎK A ŞENGALÊ
BI BEŞDARIYA DELEGEYÊN ÊZÎDÎ, MESÎHÎ, ŞÎA Û SÛNNÎ PÊK TÊ

Rêveberiya Xweser Pira Gihandina Azadiyê Ye”

4’mîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi vê şîarê bi tevlîbûna 250 delegeyan dest pê kir.

Ji hemû pêkhateyên Şengalê, Rûsya û Ewrûpayê delege beşdarî kongreya bûn..

Her wiha Hêzên Parastina Şengalê jî di kongrê de cihê xwe girtin.

Piştî rêzgirina ji bo cangoriyên azadiyê hevseroka desteya rêveber a Şengalê Rîham Hico axavtina vekirinê kir.

Riham Hico da zanîn ku ev kongre ji bo mîsogerkirina Xweseriya Şengalê xwedî armanceke xurt e.

Nêrîn û perspektîfên rêber APO ên ji bo Şengalê mohra xwe li rojeva kongreyê da.

Beşdaran bi çepik û dirûşmên, Bijî Serok Apo” peyam pêşwazîkirin.

Kongre bi axaftina delege û saziyan dewam kir..

Kongreya yekemîn a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an hatibû lidarxistin.

Kongreya duyemîn di navbera 30 û 31’ê Gulana 2017’an û ya sêyemîn jî di 14’ê Tirmeh 2019’an de pêk hatibû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv