Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kongra Gel: Rêya bi tenê ya azadiya gelan têkbirina faşîzma dewleta Tirk e

 

KONGRA GEL SALVEGERA ŞOREŞA ROJAVA PÎROZ KIR
“RÊYA BI TENÊ YA AZADIYA GELAN TÊKBIRINA FAŞÎZMA DEWLETA TIRK E”

Diwana hevserokatiya KONGRA-GEL bi daxuyaniyekê Şoreşa Rojava pîroz kir û got:

Ev şoreş di dîroka gelên Rojhilata Navin de, mîlad e.

Li ser bingeha paradigmaya “civaka demokratik” ya rêber APO bi pêşengiya jinê ava bû.

Bi serkeftina xwe ya li hemberî DAIŞ’ê îspat kir ku ev şoreşa mirovahiyê ye”

Kongra-Gel da xuya kirin ku dijminê herî mezin yê vê şoreşê dewleta tirk e û got:

Dewleta tirk bi dagirkirin û ambargoya aborî, hewl dide gelê heremê teslîm bigire.

Neteweyên yekbûyî li gorî plana dewleta tirk tevdigere û alîkariya pêwist nade gelên Rojava.

Di rewşeke wiha de, ji bo azadiya gelên Kurdistanê yên li hemû aliyan, ji bilî têkbirina faşizma dewleta tirk ti rêyeke din tine.

KNK’Ê SALVEGERA ŞOREŞA ROJAVA PÎROZ KIR
“EV ŞOREŞ MÎNAKA PÊKVE JIYANA GELAN E”

Ji aliyê din ve, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê jî bi wesîleya 9’min salvegera Şoreşa Rojava peyamek weşand û şervanên ku di oxira wê de şehîd bûne bibîranîn.

Qismek daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê tenê şoreşeke çekdarî ya li hember dagirkerî û desthilata rejîma Sûriyeyê nebû.

Ew herwiha li ser bingeha azadî, demokrasî, wekheviya civakê modêleke pêkve ya jiyana gelan e jî.

Vê projê bala gelek dostên Kurdistanê kişand.

Serketineke din ya Şoreşa Rojava têkbirina rêxistina herî hov DAÎŞ’ê bû.

Vê serketinê gel û hêzên me zêdetir bi cîhanê dane naskirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv