KONFERANSA GAZIYÊN HERÊMA EFRÎNÊ
LI NAVÇEYA FAFINÊ BI TEVLÊBÛNEK XURT VE HAT LIDARXISTIN
Li herêma Şehbayê yekemîn Konferansa Gaziyên Herêma Efrînê hat lidarxistin.
Konferans bi dirûşmeya “Sûnda me vegera Efrînê ye” li navenda çand û hunerê ya navçeya Fafinê bi rêve çû.
Di konferansê de ji sedî zêdetir delegeyên gaziyên şer û berpirsên saziyan herêmê amade bûn.
Konferansê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi yek deqeyê rêzgirtinê despê kir.
Li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêraz Hemo axaftina vekirina konferansê kir.
Di konferansê de têkildarî sazîbûn û rêxistinkirina gaziyên herêmê axaftin hatin kirin.