Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komploya 9’e Cotmehê

 

KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ
DI SER KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ RE 23 SAL DERBAS BÛN

Komploya navnetewî di Îlona 1998’an de dest pê kir û 15’ê Sibata 1999’an li Kenyayê bi radestkirina Rêber Apo ket qonaxeke nû.

Ji wê demê ye ye hêzên komploger di şexsê Rêber Apo de li dijî daxwaza azadiyê ya gelê kurd êriş û komploya xwe didomînin.

Ew proses beriya 23 salan çawa dest pê kir?

Ji bo vê amadekarî û minawerên çawa hatin kirin?

Gava yekem li dijî daxwaza çareseriya siyasî ya Rêber Apo, gefên eskerî û tehkîmata li ser sînorê Sûriyê bû.

Fermandarê Hêzên Bejahî yê artêşa Tirk ê demê Atîlla Ateş, di 16’ê Îlona 1998’an de li Hatayê, ji ber hebûna Rêbar Apo a li Sûriyê, rêveberiya vî welatî tehdît kir û xwest ku Rêber Apo radestî wan bike.

Piştî vê tehdîdê jî, MGK’a Tirk, di civîna xwe ya heman mehê de bi awayekî vekirî Suriye tehdît kir.

Piştî tehdîdê jî, li ser sînorê Tirkiye-Sûriye tevgera leşkerî dest pê kir.

Paşê eşkere bû, ku Rêber Apo ji Sûriyê derneketa, Tirkiyê wê bi alîkariya Îsraîl, Amerîka û NATO’yê li hemberî Suriyê biketana tevgerê.

Hedef jî Sûriye û Rêber Apo bû.

9’ê Cotmeha 1998’an piştî Rêber Apo ji Sûriye derket, li Yûnanistan, Rusya û Îtalyayê ma.

Lê her sê welatan jî, ji ber zextên Amerîka, Îngilistan û Îsraîlê û berjewendiyên xwe, destûra mayinê nedan Rêber Apo.

Lêgerîna Rêber Apo ya ji bo bi cihbûna li welatekî, 15ê Sibata 1999’an li Kenyayê bi dawî bû.

Her çiqas dewleta Tirk, dîl-ketina Rêber Apo weke serketina xwe nîşan da jî, eşkerebû ku komplo bi desteka hêzên navnetewî hatiye birêvebirin.

9 meh piştî komployê, Rêber Apo bi rêya parêzerên xwe, hêzên di operasyonê de cîh girtine eşkere kir.

Rêber Apo wiha behsa wê prosesê dikir:

“Operasyon ji destpêke ve li Washîngton û Tel Avîvê ji aliyê navendeke taybet ve hat birêvebirin.

Piştî ji Suriye derketim, însiyatîf ket destê NATOyê û ya rast, çûna min a Yûnanistanê jî, di bin kontrola hêzên NATOyê de pêk hat.”

Serokwezîrê berê yê Tirk Bulent Ecevît, di 2005’an de rola Emerîkayê ya di komployê de îtîraf kir û got:

“Bê Amerîkayê girtina Ocalan ne mimkûn bû. Amerîka Ocalan radestî me kir, lê sedema wê çi ye, ez nizanim.”

Di nava salên borî de, berdevkekî Wezereta Karên Derve ya Îsraîlê û rayedarên Yûnanistanê jî rola xwe ya di komployê de îtîraf kirin.

Hêzên komploger, bi radestkirina Rêber Apo, xwestin wî ji tevgera Kurd veqetînin û têk bibin.

Li hemberî vê yekê Ocalan, bi tedbîrên berfireh, pêşiya tasfiyê girt, komplo jî pûç derxist, tevgera azadiyê bi hêztir û mezintir kir.

Bi wê têkoşîna di Rêbertiya Ocalan de, li Rojava şoreşa gel pêk hat û niha Tevgera Azadiyê veguheriye aktora sereke ya li Rojhilata Navîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv