Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komkujiya Hilêliyê

 

KCK’ê ji bo Yûsûf, Mûhammed û Mazlûm Gulo yên di êrişa dewleta Tirk de şehîd bûn, peyama sersaxiyê da û got, “Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li van welatparêzan derkeve û ji bo parastina destketiyên wan, têkoşînê mezin bikin.”

KOMKUJIYA HILÊLIYÊ
KCK: GELÊN ROJAVA Û BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYÊ WÊ TI CARÊ WAN JI BÎR NEKE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi peyamekê sersaxî ji malbata welatparêz malbata Gulo re sersaxî xwest.

KCK’ê destnîşan kir ku Yûsûf Gulo welatparêzekî mezin bû û ev peyam da:

Yûsûf Gulo bi dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo dihate naskirin.

Xizmetên gelekî hêja û bi qîmet li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re kiribû.

Ew tevî xizmên xwe Mûhammed û Mazlûm Gulo di êrişa nemerdane ya dewleta Tirk de hatin qetilkirin.

Bila rehma Xwedê li şehîdên me yên hêja Yûsûf, Mûhammed û Mazlûm Gulo be.

Serê malbata Gulo û tevahiya gelê Kurdistanê sax be.

KCK’ê bal kişand ser keda malbatê ya di oxira têkoşîna azadiyê de jî:

Malbata Gulo di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de gelek şehîd dane.

Ev endamên hêja yên malbata Gulo wê ti carî neyên jibîrkirin.

Bi Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk wê xwedî li hesreta wan bê derketin.

Yûsûf Gulo dostekî hêja yê Rêber Apo û şopdarekî wî yê dilsoz bû.

Yek ji welatparêzên sereke û bi mînak ê Rojava bû.

Gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê wê wan ji bîr neke.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
“EM Ê KURDISTANA AZAD A KU HESRETA WAN BÛ TEQEZ PÊK BÎNIN”

KCK’ê destnîşan kir ku bi afirandina Sûriyeya Demokratîk û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ya Azad wê pêkhateyên herêmê hesreta wan bi cih bîne:

Dewleta Tirk bi rêya van êrişan dixwaze welatparêzên keda wan di Şoreşa Rojava de heye têk bibe.

Lê bi van êrişan wê gelê me yê Kurd, Ereb û Asûrî-Suryanî têk neçin.

Ev êriş hêrsa gelê me jî hêrsa me jî mezintir dike.

Ev hêrs wê têkoşîna me mezintir bike, wê AKP-MHP’ê jî têk bibe.

Welatparêzên mîna Yûsûf Gulo wê ti carî neyên jibîrkirin .

Kurdistana Azad a ku hesreta wan e, wê teqez bê pêkanîn.

 

 

 

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv