Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya Rêveber a PKK’ê

 

 

 

 

Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê PKK bi daxuyaniyekê şehîdên meha Mijdarê bi bîr anîn.
Komîteyê bang li gelê Kurd kir, ku tevahiya vê mehê, şehîdên Mijdarê bi awayekî xurt werin bibîranîn.
PKK’ê got, em ê tola şehîdên Qamişlo û hemû şehîdên doza azadiyê hilînin.
Ji bo azadiya Rêber Apo jî PKK’ê xwest têkoşîn li hemû qadan were xurtkirin.

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê:
EM 27’Ê MIJDARÊ CEJNA PARTIYÊ LI HER QADÊ BI COŞ PÎROZ BIKIN

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi minsebeta salvegera 43’yan a partiyê daxuyanî da.

Komîteyê salveger li Rêber Apo û şehîdên doza azadiyê pîroz kir û destnîşan kir ku meha mijdarê ya PKK’ê ye.

Partî û gel em dikevin sala azadiya 44’emîn a bi pêşengiya PKK’ê.

Di vê sala nû de em diyar dikin ku em ê pêngava Dem Dema Azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser xeta serfiraziyê geş bikin.

Di sala 44’emîn a PKK’ê de em ji hemû kesên ji bo azadiyê têdikoşin serkeftinê dixwazin.

Em bang li gel û dostên xwe dikin ku Cejna Partiyê li her qadê bi coşeke mezin pîroz bikin.

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê:
EM SOZA PÊKANÎNA ARMANCA ŞEHÎDAN DUBARE DIKIN

Komîteyê di daxuyaniya xwe de di şexsê şehîdên mijdarê de hemû şehîdên doza azadiyê bi bîr anîn:

Rêber Apo gotiye ‘PKK partiyeke şehîdan e.’

Meha Mijdarê ya ku meha me ya partiyê ye jî ji serî heta binî bi şehîdên qehreman tijî ye.

Di şexsê şehîdên mezin Seyît Riza û hevalên wî, hevrê Kazim Aydin, Yilmaz Dêrsim, Delal Amed, Azê Malazgîrt, Şîlan Kobanî, Reşît Serdar, Kerîm Şirnak û Hakî Ûrfa de, em şehîdên me yên têkoşînê û partiyê bi rêz û minetdarî bi bîr tînin.

Em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca şehîdên xwe yên qehreman bicih bînin pêk bînin.

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê:
TOLA ÊRIŞA NEMERDANE WÊ TEQEZ BÊ HILANÎN

Komîteya Rêveber a PKK’ê êrişa li dijî Yûsûf, Mihemed û Mazlûm Gulo şermezar kir:

Li Qamişloyê welatparêzê mezin Yûsûf û Mihemed, Mazlûm Gulo di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst-qirker de hatin qetilkirin.

Em êrişa nemerdane şermezar dikin.

Dostê dilsoz ê Rêber Apo Şehîd Yûsûf Gulo, Şehîd Mihemed û Mazlûm Gulo bi rêzdarî bi bîr tînin.

Di serî de malbata Gulo em êşa gelê me yê Rojava û tevahiya gelê Kurd parve dikin.

Tola vê êrişa nemerdane wê teqez were hilanîn.

 

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv